Hinceta cezayê li Akiş hatiye birîn: Îdiayên dozgerê ‘lêgerîna wî ji FETO2yê heye’ 2024-07-11 11:58:53   COLEMÊRG - Îdiayên dozgerê ji “FETO lêgerîna wî heye” kirin hinceta cezabirîna Hevşaredarê Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş.    Hevserokê Şaredariya Colemêrgê Mehmet Siddik Akiş di 3’yê hezîranê de hat binçavkirin û ji wezîfeyê hat dûrxistin. Li ser fermana Wezareta Karên Navxweyî waliyê Colemêrgê wek qeyûm tayînî şûna Akiş hat kirin. Doza ku ji sala 2014’an ve der barê Akiş de berdewam dike kirin hincetê ji wezîfeyê dûr xistin û girtina wî. Akiş di 5’ê hezîranê de derxistin pêşberî dadger û bi îdiaya “rêveberê rêxistinê ye” 19 sal û 6 meh cezayê hepsê lê hat birîn. Her wiha li 11 siyasetmedarên din jî ku bi Akiş re dihatin darizandin, cezayên giran li wan jî hatin birîn. Tenê navê sê kesan ji dosyeyê hat derxistin.    XEBATÊN WÎ SIYASÎ SÛC HATINE DÎTIN   Dadgeha Cezayê Giran a Colemêrgê ya 1’emîn hinceta cezayê li Akiş û siyasetmedarên din hatiye birîn eşkere kir. Biryara hincetê ji 319 rûpelan pêk tê. Di biryarê de îfadeyên şahidên veşarî, xebatên siyasî û beşdariya daxuyaniyan a Akiş, hevdîtinên wî yên li ser telefonê kirin hinceta cezakirina giran.    ÎDIAYÊN DOZGERÊ FETO KIRIN HINCETA CEZA    Piraniya biryara bi hincet ji îdiaya dozger D.Y. yê ku navê wî di lîsteya "kesên ku ji ber FETO lêgerîna wî heye" û îdianameya dozê de cih digirin amade kiribû pêk tê. Di biryarê de hat îdiakirin ku Akiş "rêveberê rêxistinê ye.” Dadgehê ev yek spart îdiaya “endamtî û rêveberiya rêxistinê” û vê yekê esas girt.   MA / Mazlûm Engîndenîz