Cebar Yawer: Bêdengiya li dijî êrişan metirsiyek mezin e 2024-07-11 10:11:02   NAVENDA NÛÇEYAN - Emîndarê berê yê Wezareta Pêşmergeyan ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer da zanîn ku bêdengiya Hikumeta Iraq û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya dijî êrişên Tirkiyeyê metirsiyek mezin e û got: "Tirkiye li nav xaka Herêma Kurdistanê sûcê şer dike."    Êrişên Tirkiyeyê yên bi hevkariya PDK’ê ji bo dagirkirina tevahî xaka başûrê Kurdistanê dewam dikin. Di rojên dawî de êriş li ber çav û alîkariya PDK-Iraqê roj bi roj berfireh dibin. Tirkiyeyê dest bi şewitandin û valekirina gundên başûrê Kurdistanê kiriye. Emîndarê berê yê Wezareta Pêşmergeyan ya Hikumeta Herêma Kurdistanê Cebar Yawer têkildarî êrişên Tirkiyeyê û bêdengiya PDK û Iraqê ji RojNewsê re axivî.   ‘HERÊMÊ DIXE BIN DESTÊ XWE'    Cebar Yawer destpêkê bal kişand ser şerê ku Tirkiye dike û da zanîn ku Tirkiye 40 sal e bi PKK’ê re şer dike û dixwaze bihijîje armanca xwe. Yawer got ku niha zêdetirî xwe şer li nav başûrê Kurdistanê pêk tê û wiha pêde çû: “Hinek caran dewleta Tirk êrişî ser xaka Herêma Kurdistanê dikir û vedikişiya, lê piştî sala 2019’an, êriş zêdetir bûn û herêmên Kurdistanê dixe bin desthilata xwe de. Herwiha baregehên leşkerî ava dike, bi taybet piştî sala 2021’an operasyon daye destpêkirin û ev yek hîn li Metîna ber bi çiyayê Biradost diçe û dewam dike. Niha nêzî Amêdiyê û herêmên din yên Sergelê û herêmên qezaya Soran bûye.”   ‘ÊRIŞ BINPÊKIRINA SERWERIYA KURDISTANÊ YE'    Cebar Yawer bal kişand ser hejmara baregehên Artêşa Tirk yên li nav xaka başûrê Kurdistanê û got: “Dewleta Tirk li Dihok û Hewlêrê xwedî 80 baregehên leşkeriye, li gorî Wezareta Parastinê ya Tirkiyeyê, Artêşa Tirk 40 kêlometre ketiye nav xaka Herêma Kurdistanê. Dewleta Tirk bivê yekê dixwaze şer ji Tirkiyeyê dûrbixe û derve bike. Li gorî ti yasayek navneteweyî dewleta Tirk nikare şer bike û baregehan ava bike. Ji ber ku divê rêz li xaka welatek din were girtin û hemû welat xwedî serwerîne. Biryara parlamentoya Tirkiyeyê her sal dike ku dewleta Tirk ji dervey welatê xwe çalakiyên leşkerî pêk bîne. Ev êriş jî binpêkirina serweriya Kurdistanê ye. Rayedarên dewleta Iraqê dibêjin, ti peymanek bi Tirkiyeyê re nekirine ku rê bide Tirkiye bê nav xaka Iraqê û bi PKK’ê re şer bike.”   Cebar Yawer destnîşan kir ku rawestandina êriş û bombebaranan jî erkê Hikumeta Federal e, ev binpêkirina serweriya Iraqê ye û dikare li Konseya Ewlekariyê ya Neteweyên Yekbûyî vê mijarê bixe rojevê û çareser bike. Yawer got ku Iraq dikare bi hemahengiya bi Herêma Kurdistanê vê pirsgirêkê çareser bike, lê bêdenge.   ‘JI BO ÇI KES DENGÊ XWE DERNAXE?'   Cebar Yawer da zanîn ku heya niha jî şer dewam dike, yên ku ziyanê dibînin jî xelkê gundên li herêmêne û wiha domand: “Ji bo çi kes dengê xwe dernaxe, xelkê bê guneh li ser sînor tên şehîd xistin, ev kiryarane hemû sucên şerin ku ji aliyê dewleta Tirk ve pêk tên. Êrişên dewleta Tirk ji berê ve pêk tên, di van êrişan de hêzên kirêgir hene. Çekdarên ji Suriyeyê tînin û li cem hêzên xwe li dijî gelê kurd didin şer kirin.”   ‘DIVÊ SERÎ LI DIYALOGÊ BIDIN'    Yawer bal kişand ser helwesta dijî êrişên Tirkiyeyê û wiha got: “Bêdengiya Hikumeta Iraq û aliyên siyasî yên Herêma Kurdistanê ya dijî êrişan metirsiyek mezin e, ji ber vê jî xelk gundên xwe vala dikin, her tim balafirên bê mirov li ser asîmanê Herêma Kurdistanêne û xelkê sivîl digerin û di encama êrişan de şehîd dikevin. Piştî 40 salan şer û xwîn rijandinê, ispat bûye ku ev pirsgirêkê bi şer çareser nabe. Divê dewlet berê xwe bide şêwazek din ya çareseriyê û dest bi guftugoyê bike. Divê Hikumeta Iraq û Herêmê jî ji bo dawî li şer bê, bi rola xwe rabin."    Cebar Yawer dawiya axaftina xwe de diyar kir ku êriş û bombebaranên Tirkiyeyê binpêkirina qanûnên navneteweyî û serweriya xaka Iraqê ye û got divê serî li rêya aştiyê bide.