YNK: Êrişên Tirkiyeyê binpêkirina serweriyê ye 2024-07-09 16:33:14 NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku Tirkiye bi êrişên xwe serweriya Iraqê û Herêma Federe ya Kurdistanê binpê dike.    Berdevkê Yekitiya Niştimanî Kurdistan (YNK) Seedî Ehmed Pîre têkildarî êrişên dewleta tirk ên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê daxuyanî da. Li gorî nûçeya Rojnewsê; Pîre anî ziman ku dewleta tirk bi êrişên xwe yên li dijî Herêma Federe ya Kurdistanê re serweriya Iraqê û başûrê Kurdistanê binpê dike.    Pîre, destnîşan kir ku şer çareserî nîne û got ku dewleta tirk bi hevkariya PDK’ê bi sedan wesayîtên zirxî û bi hezaran leşker li herêmê veguhestiye. Pîre, daxuyand ku dewleta tirk bi awayekî hemwext gundan dişewitîne û gel bi darê zorê ji herêmê derdixîne.