Li Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatin dîtin 2024-07-09 15:50:20   ÎZMÎR - Wezareta Karên Hundir ragihand ku li navçeya Çeşmeyê cenazeyên 7 penaberan hatine dîtin û 19 penaber jî hatine rizgarkirin.    Wezîrê Karên Hundir Alî Yerlîkaya got ku li derdora Karaada ya navçeya Çeşme ya Îzmîrê keştiyeke masîvanan cenazeyê penaberekî dîtine û li ser vê yekê komên ewlehiya qeraxê li herêmê hatine sewqkirin. Yerlîkaya, da zanîn ku di xebatên lêgerîn-rizgarkirinê de cenazeyên 7 penaberan hatine dîtin û 19 penaber jî hatine rizgarkirin.    Hat ragihandin ku xebatên lêgerîn-rizgarkirinê yên li herêmê didomin.