Ji Rêxistina Efûyê rapora ‘mafê protestoyê’: Li Tirkiyeyê bêcezahiştin heye 2024-07-09 13:39:44 NAVENDA NÛÇEYAN - Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî di rapora xwe ya “mafê protestoyê” de diyar kir ku li Tirkiyeyê rewşa “bêcezhiştinê û hesabnedayînê” heye.  Rêxistina Efûyê ya Navneteweyî raporek di navbera dîrokên 2022’yan û heta îlona 2023’yan amade kir û weşand. Rêxistinê di raporê de li dijî azadiya civandinê ya li gelek welatên Ewropayê li dijî “êriş û astengiyên sîstematîk” hişyar kir. Di rapora bi sernavê, “Li 21 welatên Ewropayê rewşa mafê protestoyê” de li welatên navborî qanûnên zextan dikin, bikaranîna hêza nehewce û zêde, girtinên kêfî û lêpirsîn, astengiyên neheq û cihêkarî radixin ber çavan.    REWŞA 21 WELATAN HAT LÊKOLÎNKIRIN    Rêxitûna Efûyê di raporê de rewşa li Avusturya, Belçîka, Komara Çekê, Fînlandiya, Fransa, Almanya, Yunanistan, Macaristan, Îrlanda, Îtalya, Luksemburg, Hollanda, Polonya, Portekîz, Sirbistan, Slovenya, Îspanya, Swêd, Swîsre, Tirkiye û Îngiltereyê lêkolîn kir.    ‘BÊCEZAHIŞTIN Û HESABNEDAYÎN’    Li gorî nûçeya DW Tirkî; Rêxistina Efûyê di lêkolînê de derxistiye holê ku Almanya, Fransa, Îtalya, Swîsre, Îngiltere û Tirkiye di nav de ji 21 welatan herî kêm li 13 welatan bûyerên “bêcezahiştin û hesabnedayînê” ya polîsan heye.    Rêxistina efûyê her wiha çalakiyên aştiyane û mafên mirovan ên ku wek “gefa li dijî ewlehî û pergala cemaweriyê” tên ravekirin jî rexne kir.