Hîzmet Îşê banga provokasyona nû li ‘xebatkarên bankamatîkê’ kir 2024-07-09 11:52:11   AMED - Sekreterê Hîzmet Îşê yê Amedê Hasan Can bang li wan provokatorên li ber şaredariyên DEM Partiyê kom dibin û hewl didin êrişî şaredariyan bikin kir û dibêje, “Bibe nebe ji bo me şaredariya bajarê mezin e. Werin lo/lê. Dema qeyûm were heke hûn nexweş bin jî divê hûn rabin werin.”    Sendîkaya Hîzmet Îşê ya ku bi nêzîkatiya xwe ya hikûmetê tê zanîn, provokasyona xwe ya li ber şaredariyên DEM Partiyê didomîne. Sendîkaya Hîzmet Îşê bi rêya kesên ku qeyûm wan girtiye kar û bêyî ku bixebitin meaş wergirtine, li ber şaredariyan hewldanên provokasyonê dikin. Ev sendîka wan kesên ku wek “xebatkarên bankamatîkê” tên zanîn û ji kar hatine derxistin, dibe ber şaredariyan û dixwazin şaredariyên DEM Partiyê reş bikin. Ev sendîka û grûba provokator ewilî çûn ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê û paşê jî li ber şaredariyên navçeyên Rezanê û Sûrê kom bûn.    QEYDA DENG HATIYE ŞANDIN    Grûba ku ji provokasyonên xwe yên li ber şaredariyên Rezan û Sûrê tu encam negirt, hat zanîn ku carek din dixwazin biçin ber Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê.    Sekreterê Hîzmet Îşê yê Amedê Hasan Can ji bo ku ew provokator biçin ber şaredariya bajarê mezin, qeyda deng ji wan re şand.    Di qeyda deng ku Hasan Can ji wan kesan re şandiye diyar dike ku ew ê îro li ber şaredariya bajarê mezin kom bibin. Can di qeyda deng de wiha dibêje; “Bibe nebe her tiştê me şaredariya bajarê mezin e. Heke em li ber şaredariya bajarê mezin rûnên, em li wir zexta xwe nîşan bidin, em li dijî wan mukaveta xwe bînin ziman, wê çalakiyên me belavî ber hemû şaredariyan bibe.”    Hasan Can di vê qeyda deng de axaftina xwe wiha didomîne: “Hûn wek karkeran girîngiya şaredariya bajarê mezin j imin bêtir dizanin. Ka werin lo/lê. Heke îro qeyûm were û bêje ez ê her kesî bibim kar, heke hûn nexweş bin jî divê ji bo we bigire kar, pêwîste hûn rabin werin. Îro hinceta rûniştina me ya li vir, bûna me ya li vir hûn bi xwe ne. Em vê bikin meseleya rûmetê.”   KEÇA SEROKÊ AKP’Ê JÎ HEYE    Ji nav wan kesên ku Hasan Can qeyda deng ji wan re şandiye, hin kes ev in: Keça Serokê AKP’a Amedê Raşît Ocak, S.O.K. (Raşît Ocak ji bo provokatorên li ber şaredariyan gelek caran daxuyanî da), xwişka rêveberê AKP’ê yê berê Huseyîn Denlî, H. Yan, kurê Serokê Daîreya Agirkujiyê yê qeyûm Veysel Yîgît, H. Yîgît, xizmê Serokê Daîreya Îmarê yê berê yê qeyûm Mehmet Karaaslan, R. Karaaslan, Nûnerê TUGVA’yê yê Sûrê Yusuf Mubarek Abbasoglû, Koordînatorê TUGVA’yê yê Zanîngehê Muhammed Îkbal.   Her wiha hat zanîn ku ev qeyda deng ji gelek şofêr, serokên daîreyan ku ji kar hatin avêtin, hin rêveberên AKP’ê re jî hatiye şandin.    Li aliyê din beriya ku ev grûba provokator li ber şaredariyê bicivin, gelek polîs sewqî ber şaredariyê hatin kirin.    MA / Mujdat Can