Berpirsê YNK’ê yê Dihokê: Li dijî dagirkeriyê helwesteke yekgirtî nîşan bidin 2024-07-08 15:46:33   NAVENDA NÛÇEYAN - Cîgirê Berpirsê YNK’ê yê Dihokê Yunus Akreyî derbarê armanca hatina artêşa tirk ya nav axa Herêma Kurdistanê de got ku “Dewleta tirk naxwaze statuyeke gelê kurd hebe” û bang li partî û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriyê helwestek yekgirtî nîşan bidin.    Artêşa tirk a dagirker ji meha hezîranê ve bi sedan tank, wesayîtên zirxî û hezaran leşkerên xwe li navçeya Amêdiyê ya Duhokê ya Herêma Kurdistanê û derdora wê bicih kirine. Derbarê mijarê de Cîgirê Berpirsê YNK’ê yê Dihokê Yûnûs Akreyî ji Rojnewsê re axivî.   Yûnûs Akreyî diyar kir ku artêşa tirk ne demkî hatiye nav axa Herêma Kurdistanê ku heta carek din vegere û got: “Armanca hatina wê zindîkirina xewna ‘misaqi milî’ ye. Di heman demê de dewleta tirk dixwaze bi vê dagirkeriyê qeyranên xwe yên navxweyî veşêre. Ji ber ku nikare ji daxwazên gelê Tirkiye re bibe bersiv.”   Yûnûs Akreyî da zanîn ku pêngavên dewleta tirk pêngavên dagirkeriyê ne û wiha berdewam kir: “Armanca sereke ya dewleta tirk ew e ku li tu derekî vê cîhanê kurd nebin xwedî statu. Ji ber ku tu demê dewleta tirk îtiraf bi Herêma Kurdistanê nekiriye. Her tim weke ‘bakurê Iraqê’ bi nav dike. Dijmin her tim ji wan hêz û aliyên kurdî ku dersê ji dîrokê wernagirin, digire.”   ‘PÊWÎSTE HER KURDEKÎ WELATPARÊZ LI DIJÎ DAGIRKERIYÊ DERKEVE’   Akreyî aşkere kir ku yek ji armancên din ên hatina artêşa tirk a nav axa Herêma Kurdistanê, astengî derxistina li pêş hilbijartinê ye û ev tişt gotin: “Pêwîste her kurdek ku xwe welatparêz dihesibîne, li dijî dagirkeriyê helwest nîşan bide. Dagirkeriya herî mezin ewe ku desthilata herêmê hestên nîştimanperweriyê bi xelkê re nehiştiye. Me dît ku di salên borî de dema xelkê Şêladizê li dijî tankên artêşa tirk rabûn, bi dehan kes ji wan hatin girtin. Xelkê vê deverê çavtirsandî kirine û nikarin ji dijmin re bêjin êdî bese.”   Di dawiyê de jî Akreyî daxwaz ji tevayî partî û aliyên siyasî yên her çar parçeyên Kurdistanê kir ku li dijî dagirkeriyê helwestek yekgirtî nîşandin.