Li Şengalê êrişa hewayî: 2 rojnamevan û welatiyak birîndar bûn 2024-07-08 14:09:05   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Şengalê di encama êrişeke hewayî de nûçegihanên Çira TV û Çira FM'ê jî di nav de 3 kes birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e.   Tîmek ji rojnamevanên Şengalê ku nûçegihanên Çira TV û Radyoya Çira FM'ê di nav de bûn, ji bo wergirtina hevpeyvînê têkildarî salvegera 10'emîn a fermanê çûn Til Qesebê, lê di vegerê de li Şengalê bûn hedefa êrişeke hewayî.   Di encama êrişê de wesayita rojnamevanan teqiya û 2 rojnamevan û ajokarê wesayitê birîndar bûn. Hate ragihandin ku rewşa yek ji birîndaran giran e û ew rakiriye Nexweşxaneya Mûsilê.   Her du birîndarên din jî li Şengalê têne dermankirin.   Piştî bûyerê Hêzên Ewlekariyê yên Iraqê û Asayîşa Êzidxanê li cihê bûyerê dest bi lêkolînan kirin.