'Meşa Rêzgirtinê' di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî temam bû 2024-07-07 21:29:54 COLEMÊRG - "Meşa Rêzigirtina ji Îradeyê re" di roja 8'emîn de bi meşa meşaleyî bi dawî bû. Di meşê de coş û peroş hebû û bênavber dirûşma "Bijî Serok Apo" hat berzkirin.  "Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" ku DEM Partiyê ji Stenbol û Îzmîrê ber bi Colemêrgê ve li dijî tayînkirina qeyûm daye destpêkirin di roja 8'an de berdewam kir û meşa îro bi meşa meşaleyî temam bû. Hevseroka Giştî ya DEM Partiyê Tulay Hatimogûllari, Hevserokê Giştî yê DBP'ê Keskîn Bayindir û Hevserokê Giştî yê HDP'ê Cahît Kirkazak jî beşdarî meşê bûn.    Meşvan li Geliyê Zê ango Zapê 17 kîlomtre rê meşiyan. Ji Zap 3'yan heta Depînê meşa meşaleyî hat lidarxistin. Di meşê de coş û peroşa meşvanan hêjayî dîtinê bû û bênavber dirûşmên “Bijî Serok Apo” û “Bê Serok jiyan nabe" hatin berzkirin. Welatiyên li ser rê jî piştgirî dan meşê û meşvan dê şeva xwe li Depinê derbas bikin.    BERNAMEYA SIBÊ    Meşa ku ji bajarên bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê di 30'yê hezîranê de hat destpêkirin di 3'yê tîrmehê de li Wanê bihîşt hev. Ji Wanê meşa mezin ber bi Colemêrgê ve hat destpêkirin. Sibê wê piştî 15 kîlometre rê meş temam bibe û meşvan dê di derketina Depinê de bên pêşwazîkirin. Piştre dê meşvan bimeşin navenda bajêr. Saet di 16.00’an de wê li navenda Colemêrgê daxuyaniyek girseyî bê dayîn.