Prz. Temûr: Cezayên li rojnamegeran birîne ne hiqûqî ne lê siyasî ne 2024-07-06 11:39:36 AMED - Pzr. Resûl Temûr têkildarî cezadayîna 8 rojnamegeran anî ziman ku tu delîlên ku gotinên şahidê veşartî piştrast bikin nîn in û destnîşan kir ku dadgeh di çarçoveya hiqûqî de biryar nedaye, karê ji wê hatiye xwestin pêk aniye.    Di çarçoveya operasyona navenda wê Enqere ye de di 25’ê cotmeha 2022’yan de ji 11 rojnameger hatin binçavkirin, 9’ê wan di 29’ê cotmehê de ji hêla dadgeha hatine derxistin de, hatin girtin. Rojnameger di 16’ê gulana 2023’yan de hatin berdan û dadgehê berî 2 rojan hatiye lidarxistin derbarê rojnamegeran de ceza birîn. Li rojnamegeran nûçegihanên Ajansa Mezopotamyayê (MA) Dîren Yûrtsever, Berîvan Altan, Selman Guzelyuz, Hakan Yalçin, Emrûllah Acar, Zemo Aggoz û Denîz Nazlim û nûçegihana JINNEWS’ê Oznûr Deger bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” 6 sal û 3 meh cezayên hefsê hatin birîn. Derbarê Habîbe Eren, Ceylan Şahînlî û Mehmet Gunhan de jî biryara beraetê hata dayîn.    Resûl Temûr ê parêzertiya rojnamegeran dike destnîşan kir ku ev 3 sal in li dijî rojnamegeran operasyonên giştî û organîzekirî tên lidarxistin. Temûr bi bîr xist ku berê rojnameger yek û yeko dihatin girtin û cezakirin, ev yek jî di raya giştî de darizandina rojnamegeran nedikir rojev.    ARMANC BÊDENGKIRINA ROJNAMEGERAN E   Temûr da zanîn ku di sala 2022’yan de li Amedê 16, li Enqereyê 9 rojnameger, pişre jî 3 rojnamegerên din hatine girtin, operosyonên Stenbol û Îzmîrê li dijî rojnamegeran hatine lidarxistin bi bîr xist û wiha got: “Dema em li operasyonên tên lidarxistin dinêrin, em dibînin ku ne bi ser sûcekî pêk tên. Em bi awayekî eşkere dibînin ku dewlet û desthilat bi hewldana rojnamegeran bi temamî bêdeng bike û wan ji holê rake tevdîgere.”    ‘OPERASYON ORGANÎZEKIRÎ YE Û JI NAVENDEKÎ TÊ BIRÊVEBIRIN’   Temur da zanîn ku darizandin hiqûqî nîn in, li gelek bajaran di haman demê de tên li darxistin, ev yek tacîza darazê ye, bi awayekî organîzekirî û ji navendekî tên birêvebirin wiha pê de çû: “Li vê derê çapemeniya kurd hedefekî vekirî ye. Em ji biryara li Enqereyê hatiye dayîn fêm dikin ku dê operasyonên bi vî awayî dom bikin. Berê ji bo darizandinê rojnamegeran gotina “endamê rêxistinê yê wek rojnameger diyar dike” bi kar dianîn lê taybetî Tirkiye ji bo rexneyên ji Ewropayê ji holê rake parastina “Nexêr, ew ne rojnameger in, ew endamên rêxistinê yên wekî rojnameger xuya dikin in’ dikir. Lê belê ev rewş ji bo rewşa rojnamegerên 2 roj berî niha hatine darizandin cuda bû, gotina ‘endamê rêxistinê yê wekî rojnameger xuya dike’ derxistin, kirin ‘qaşo rojnameger’, ‘qaşo nûçe’. Me bi vî awayî dît ku dozger û dadgeh bi helwestên polîtîk tevdigerin û gotinên polîtîk bi pêş dixin. Di darizandinên behsê xeberê de du nasname derdikevin pêş. Yek ‘rojnamegerî’ ya din ‘nasnameya kurd’ e. Di nava dosyeyê pir baş tê fêmkirin temamiya kesên tên darizandin rojanmeger in.”   DOSYEYÊN ROJNAMEGERÊN KURD Û ŞAHID   Temûr da zanîn ku bi ser nasnameyên rojnameger û kurd xebatên rojnamegeriyê tên manîpulekirin wiha dirêjî da axaftina xwe: “Bi salên dirêj in ku di dosyeyên rojnamegerên kurd de bi gotinên şahidên vekirî û nepen, kadên xebatê yên rojnamegeran, xebatên wan yên rojnamegeriyê tên manîpulekirin, xebatên wan wek derveyî rojnamegeriyê ne tên şîrovekirin. Şahidê veşartî yê li Enqereyê jî diyar dike ku yên tên darizandin rojnameger in. Bi vî awayî gotinên wan esas girtin, bi awayekî şênber diyar dike mijar ne hiqûqî ye, têkildarî şahidê veşartî nîn e.”    BIRYAR POLÎTÎK IN   Di benda 8’emîn a xala 9’emîn a qanûna parastina şahid de bi awayekî vekirî dibêje ku “di esasa biryarê de gotinên şahidê nepen wek bingeh nayên qebûlkirin”  tê gotin û bilêv kir ku biryarên Dadgeha Bilind ên rûniştine, çend biryarên Dadgeha Destûra Bingehîn (AYM) ên wekhev nîşan dide ku dê li borî îfadeyên şahidê nepen biryar neyên dayîn. Temûr axaftina xwe wiha domand: “Di vê dosyeyê de tu delîlên ku gotinên şahidê nepen pirstrast bikin nîn in. Tevî vê yekê dadgeh ne li gorî çarçoveya AYM’ê û Dadgeha Bilind tevdigerin, bi awayekî hiqûqî tevnagerin, wek polîtîk karên ji wan dixwazin pêk tînin. Di vê hêlê de dadgeha wek qadekî darizandinê bêhtir wek qadekî kar dîtin rasttir e.”    ‘DIVÊ WERE TEŞHÎRKIRIN’   Temûr diyar kir ku di darizandinên 3 salên dawî yên li dijî rojnamegerên kurd de piştgirî û piştevaniyek heye, divê ev piştgirî were mezinkirin û wiha derbirî: “Divê em bi hev re tevbigerin, tacîza darazê hem li Tirkiyeyê, hem jî di qada navneteweyî de bi hev re teşhîr bikin. Ez bawer dikim divê em tim bi hev re bin û têbikoşin”