Li ser rêya Xarpêt-Amedê du cenaze hatin dîtin 2024-07-05 19:05:40   AMED - Di wesayîteke li ser rêya Xarpêt-Amedê de cenazeyên du kesan hatin dîtin.   Di 41’emîn kîlometre ya ser riya Xarpêt-Amedê dengê çekan hat û polîsên ku agahî girtin hatin cihê bûyerê. Ekîbên tenduristî û polîsan sewqî cihê bûyera li nêzî Gola Hazarê hat kirin.   Di lêkolînên ku ekîbên tenduristiyê de kirin hat diyarkirin ku Halîl Ç (29) û Rukiye Y (29) jiyana xwe ji dest dane. Hat îdiakirin ku Halîl Ç, Rukiye Y. qetil kiriye û piştre întîxar kiriye. Hat hînbûn ku malbata Rukiye Y. Duh ji serlêdana windakirinê kirine.   Der barê bûyerê de lêpirsîn hat destpêkirin.