ÎHD’ê bertek nîşanî êrişa nijadperest a li dijî penaberan da 2024-07-05 16:00:34   HATAY - Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê êrişên li dijî penaberan şermezar kirin û xwest ku gotinên ku mirovan provoke dikin neyên gotin.    Şaxa Komeleya Mafên Mirovan (ÎHD) a Îskenderûnê bertek nîşanî êrişên nijadperest ên li dijî sûriyeyiyan da. Gelek parazvanên mafên mirovan tev li daxuyaniya li ber konteynira komeleyê hate dayîn bûn. Hevseroka Şaxa ÎHD’a Îskenderûnê Ayten Kilinç a di daxuyaniyê de axivî wiha got: “Penaberî sedem nîne, encameke bi êş e.” Kilinç, destnîşan kir ku divê siyasetmedar gotinên ku penaberan weke çavkaniya pirsgirêkan didin nîşandan û dibin sedema lîncê nebêjin û xwest ku têkildarî êrişa li Kayseriyê lêpirsîneke bi bandor bê meşandin.    Kilinç wiha domand: “Em daxwaz dikin ku hemû tedbîrên pêwîst ên ewlekariyê bên girtin, pêwîstiyên bi lezgînî bên tedarikkirin, ji bo penaberên zerar dîtine tanzîmat bê dayîn û şert û mercên ku bikarin di nava ewlehiyê de bijîn bên avakirin.”