Dewleta tirk gelek wesayîtên zirxî şand Herêma Federe ya Kurdistanê 2024-07-05 12:03:39   NAVENDA NÛÇEYAN - Hat zanîn ku dewleta tirk şevê din gelek leşker û wesayîtên zirxî ber bi Herêma Federe ya Kurdistanê ve sewq kir.    Êrişên dewleta tirk ên bi alîkariya PDK’ê li dijî Zap, Avaşîn û Metînayê yên Herêma Federe ya Kurdistanê berdewam in. Li gorî nûçeya Rojnewsê; dewleta tirk ji bo êrişên xwe bêhtir berfireh bike, di nava hefteya dawî de bi sedan wesayîtên zirxî şand Amediye ya Herêma Federe ya Kurdistanê. Di vê çarçoveyê de şevê din jî bi sedan wesayîtên zirxî û leşker li herêmê hatin veguhestin.    Balkêş e ku sewqiyat di bin kontrola PDK’ê de hate kirin.