ROJEVA 4'Ê TÎRMEHA 2024'AN 2024-07-04 09:00:30   * Derket holê ku ji bersûcên doza JÎTEM'ê cerdevanê berê Kamîl Atak, 2 qatên qaçax li ser otêla xwe ya li Cizîrê çêkiriye.    * Ayhan Azgin ê 70 salî yê di Girtîgeha Kiriklarê de, 3 meh in di hucreya yekkesî de ye. Daxwaza Azgin a ji bo çûna qawîşa girtiyên siyasî jî jî ji aliyê rêveberiya girtîgehê ve bi hinceta "Dosye ne giran e. Em nikarin te bibin qawîşa siyasiyan. An tu yê biçî nava kesên serbixwe an jî tu yê di hucreya yekkesî de bimînî."    * Viyan Tekçe ya li Stenbolê hevdîtinên xwe yên li dijî tayînkirina qeyûm bi dawî kirin, diyar kir ku têkiliyên wê yên Şaredarê Bajarê Mezin ê Stenbolê Ekrem Îmamoglû re dê bidomin û anî ziman ku pirsgirêka qeyûm pirsgirêka Tirkiyeyê ye.    * Hevdîrektorê MLSA'yê Veysel Ok ku cezayê li 8 rojnamevanan hat birîn şermezar kir, diyar kir ku divê tu kes li hemberî vê bêdeng nemîne û rojnamevan Încî Hekîmoglû jî got: "Divê rojnamevan bi hev re tevbigerin."    * Welatiyan nerazîbûn nîşanî bihakirina heqê rê, sotemeniyê, ceyranê û xurek û tiştên hewcedariyên malê dan û diyar kirin ku heke şer bê sekinandin û pirsgirêka kurd were çareserkirin dê aborî jî rast bibe.    * Bêtehemûliya li dijî kêmnetewên li Tirkiyeyê di tevahiya dîroka komarê de berdewam kir. Çanda lînçkirinê ku di 1934'an de li Trakyayê li dijî cihûyan hatibû destpêkirin, bi yên li dijî rum, ermen, elewî, kurd û sûriyeyiyan didome.    * Hevşaredara Farqînê Sevîm Bîçîcî bi ser texrîbatên qeyûm ên şaredariyê sekinî û wiha got: “Me saziyekî wek feraset û fizîkî bûye zilam dewr girt. Me jinan anî li cihê herî girîng û dest bi kar kir.”   * Ji bajarên bakurê Kurdistanê û bajarên Tirkiyeyê "Meşa Rêzgirtina ji Îradeyê re" ku ber bi Colemêrgê ve hat destpêkirin dê di roja duyemîn de berdewam bike. (08.00-20.00)   * Siyasetmedar Sebahat Tuncel wê serdana Rêxistina DEM Partiyê ya Edeneyê bike û paşê jî li otelekê li dijî qeyûm bi jinan re bicive. (15.00-19.00)   * Çalakiya nobedê ya li dijî tayînkirina qeyûm a li Şaredariya Colemêrgê li Qada Şîşhane ya Beyoglûyê dane destpêkirin dê bidome. (20.00-22.00)