Cenazeyê li morgê dihat sekinandin li goristana bêkesan hate definkirin 2024-07-03 11:18:28   WAN - Cenazeyê HPG’iyê ku di encama bombebarana li çoltarê Elbakê de jiyana xwe ji dest dabû, piştî mehekê li goristanan bêkesan hate definkirin.    Di 3’yê hezîranê de dewleta tirk qada di navbera Elbakê ya Wanê û Gever a Colemêrgê de bombebaran kir. Di encama bombebaranê de endamê HPG’ê yê ku tê gotin ji rojhilatê Kurdistanê ye, jiyana xwe ji dest da. Cenazeyê endamê HPG’ê mehek piştre li goristana bêkesan hate definkirin.    Hat zanîn ku tedawiya HPG’iyê ku di heman bombebaranê de bi giranî birîndar bûbû jî didome.