Dayika girtiya ku bi zorê dimeşe: Bi fikar im 2024-07-03 09:02:09 ÎZMÎR - Selver Karakoç ê ragihand ku platîna di lingê keça wê Zeynep Gonca Karakoç a li Girtîgeha Şakranê de şikiyaye û ji ber vê keça wê bi zorê dimeşe û got: "Em bi fikar in."    Li Girtîgeha Jinan a Şakranê Zeynep Gonca Karakoç (37), bi hinceta "lêgerîn" û "jimartinê" rastî gefên gardiyanan û tundiya wan hat. Karakoç ku ders dida zarokên biotîzmê, piştî êrişa li Edliyeya Çaglayanê di 7'ê sibatê de hatibû binçavkirin û di 10'ê sibatê de jî bi "endamtiya rêxistinê" hatibû girtin.    PLATÎNA DI LINGÊ WÊ DE ŞIKIYA   Di 27'ê adarê de gardiyan avêtin ser qawîşan û dest danîn ser pênûsên girtiyan. Karakoç jî bertek nîşanî vê da û piştî bertekê rastî êirşa gardiyanan hat. Di êrişê de platîna di lingê wê de şikiya. Piştî platîna wê şikiya, Karakoç emeliyat bû.    Malbatê ji ber tundî û gefên gardiyanan gilî kirin, lê dozgeriyê biryara neşopandinê da. Li Karakoç a bi êrişê re rû bi rû ma, cezayê qedexekirina hevdîtina bi malbatê re jî lê hat birîn.    Dayika wê Selver Karakoç ku ji jiyana keça xwe bi fikar e anî ziman ku li girtîgehê gefên li girtiyan tên xwarin didome û got: "Dewlet doza çi li me dike? Li wê girtîgehê girtî nikarin bêhnê jî bistînin. Êdî taqet di min de nema. Ji ber rewşa li wir bi fikar im."   Danişîna Karakoç wê di 11'ê tîrmehê de li Edliyeya Çaglayanê bê lidarxistin.