Karkerê ku di bin mîksera betonê da ma mir 2024-07-02 13:15:56   MÊRDÎN - Karkerek li nexweşxaneya bajêr a Artûklûyê ku dixebitî di bin mîksera betonê de ma û jiyana  xwe dest da û karkerek jî birîndar bû.   Karkerê bi navê Eşref Kayaş (31) ê li navçeya Artûklûya Mêrdînê li înşeata Nexweşxaneya Bajêr dixebitî, di bin mîksera betonê da û jiyana xwe ji dest da. Karkerek navê wî nehat zanîn jî birîndar bû. Li gorî agahiyên hatin bidestxistin; bûyer serê sibehê pêk hatiye û kêliya ku karker Eşref Kayaş betonê dirijîne pompa wê diqelibe û di bin de dimîne. Kayaş li cihê bûyerê jiyana xwe ji dest da û karkerê din jî birîndar bû. Ambûlans hatin cihê bûyerê, cenaze û birîndar rakirin Nexweşxaneya Perwredehiyê û Lêkolînê ya Mêrdînê.    Têkildarî bûyerê lêpirsîn hat destpêkirin.