‘Sedema protestoyan hewldana Tirkiyeyê ya tesfkiyekirina komên paramîlîter e’ 2024-07-02 11:51:09   RIHA - Rojnameger Zeynep Boran diyar kir ku sedema protestoyên li Sûriyeyê ne ji ber êrişên nîjadperest ên li Tirkiyeyê hatine kirine û wiha got: “Sedema esasî ew e ku Tirkiye xwe nêzî Sûriyeyê dike û komên paramîlîter ên ereb jî ditirsin ku bên tesfiyekirin.”    Serokkomarê AKP’î Tayyîp Erdogan di 28’ê hezîranê de peyamên ku dîsa bi Sûriyeyê re têkiliyên dîplomatîk pêş bixin da. Di heman demê de ji bo Beşar Esad gotina “Birêz Esed” bi kar anî. Peyama Erdogan, ji hêla komên paramîlîter ên Tirkiye ji sala 2011’an ve organîze dike û bi rêya wan xaka Sûriyeyê dagirkirî ve baş nehat pêşwazîkirin. Pêr li Kayseriyê bi hinceta tacîzê li dijî sûriyeyiyan êrişeke nîjadperest hate kirin. Li ser vê yekê komên paramîlîter jî li Efrîn, Mare, Bab, Ezaz, Raî û Idlibê êrişî baregehên dewleta tirk kirin. Alayên tirkan hatin daxistin, wesayîtên bi plakaya Tirkiyeyê hatin şewitandin û ji Tirkiyeyê hat xwestin ku xwe ji Sûriyeyê vekişîne. Tirkiyeyê jî hêzên teqwiye şand herêmê.    Rojnameger Zeynep Boran ku li herêmê lêkolînê dike, têkildarî bûyerên dawî ji ajansa me re axivî. Boran, got ku Tirkiye ji bo têkiliyan bi rejîma Sûriyeyê re deyne ev demeke xebatên dîplomatîk dike, ji bo komên paramîlîter ên girêdayî xwe plansaziyeke nû çêdike û ev yek jî ji hêla van koman ve baş nayê nirxandin.    Boran, pêvajoya beriya destpêkirina protestoyan nirxand û wiha got: “Tirkiye ev demekî dirêje bi destê MÎT’ê hewl dide ji bo komên çete plansaziyên nû çêbike. Di van mehên dawî de Tirkiyeyê gelek hevdîtin kir. Çendek roj berê Hakan Fîdan bi Serokê Dewletê yê Rûsyayê Putîn re hevdîtin kir, qala hevdîtinên Astanayê kir, peyamên erênî da rejîma Sûriyeyê û gava ewil a vê plana berfireh li Rûsyayê hate avêtin. Demekî kin piştre Esad daxuyaniya ‘Heke Tirkiye rêzê ji bo serdestiya Sûriyeyê ya li ser xaka xwe bigire, di mijara têkoşîna li dijî her cureyên terorîzm û rêxistinan de deriyên dîplomatîk ên Sûriyeyê vekirîne’ da. Ev daxuyanî di demeke ku Nûnerê Taybet ê Sûriyeyê yê Serokê Dewletê yê Rûsyayê Aleksandr Lavrentyev li Şamê hate dayîn. Daxuyaniya Erdogan a beriya 3 roja jî êdî tehemûl nehişt. Piranî jê ereb, komên Tirkiye piştgiriyê dide wan naxwazin Tirkiye-Sûriye nêzî hev bibin. Van koman li Efrîn, Marê, Bab, Ezaz, Cerablus, Raî û Idlibê dest bi protestoyên berfireh kirin.”    'BI VEKIRINA DERIYÊ SÎNOR RE ÊDÎ DEST PÊ KIR’    Boran, da zanîn ku li herêma Ebû Zendîn a li nêzî Babê di navbera Tirkiye-Sûriyeyê de deriyê sînor hatiye vekirin û wiha pê de çû: “Vekirina deriyê sînor bû çirûska pêketina van protestoyan. Komên çekdar ên ev gav weke nêzbûna Tirkiye-Sûriyeyê nirxandin, li navenda Babê çalakî li dar xistin. Protesto piştre ber bi aliyê deriyê sînor ve fireh bûn. Gef hate xwarin û gotin ‘heke derî neyê girtin dê çalakî ne sivîl, leşkerî bin.’ Piştre protesto belav bûn. Alayên Tirkiyeyê anîn xwarê, êrişî wesayîtên diçûn Tirkiyeyê kirin. Li Idlib, Cerablus, Ezaz, Bab û Efrînê li gelek ciha alayên tirkan û posterên Erdogan hatin şewitandin. Her wiha li Efrîn, Ezaz û Babê bi ser baregehên leşkerên tirk de girtin. Baregeha artêşa tirk a li Abzîmoyê ya li rojaveyê Helebê kete destê çalakvanan.”    'SEDEMA ÇALAKIYAN FIKARA TESFIYEBÛNÊ YE’    Bi domdarî Boran destnîşan kir ku di serî de navenda Efrînê, li gelek herêman pevçûnên çekdarî dest pê kirine û wiha pê de çû: “Li Babê gule li wesayîtên bi plakaya Tirkiyeyê hatin reşandin, li Bab û Ezazê TIR hatin şewitandin û bi ser zêdetirî 4 avahiyên PTT’ê hate girtin û hatin şewitandin. Protesto piştî êrişa nijadperest a li Kayseriyê çêbûn lê sedema esasî ev nîne. Sedema wê, nêzbûna hev a Tirkiye-Sûriyeyê ye. Komên paramîlîter ditirsin ku bên tesfiyekirin.”    'TIRKIYE DIXWAZE KOMÊN EREB TESFIYE BIKE’    Rojnameger Boran got ku li 16 deverên herêmê çalakî û pevçûn didomin û axaftina xwe wiha qedand: “Li Ezaz, Cerablus Tawama ya li rojavayê Helebê baregehên artêşa tirk hatine dorpêçkirin. Bi taybet jî li navenda Efrînê û gelek navçeyan çekên giran ên weke RPG roketavêj hatin bikaranîn. Ji her du aliyan jî heta niha gelek kuştî û birîndar hene. Dewleta tirk bêyî ferq û cudahî bixe navberê guleyan direşîne. Heta niha zarokek û ciwanek jî di nav de 4 kes hatine kuştin. Zêdetirî 17 birîndar hene. Bi vê liv û tevgerê re Rûsya û Tirkiye di serî de li Idlibê, ji bo plana xwe bixin meriyetê û derbekî mezin li HTŞ’ê bixin amadekariyên xwe dikin. Li gorî operasyona dê di demên pêş de li herêmê were destpêkirin, MÎT jî dê komên çete yên girêdayî xwe li dijî HTŞ’ê û komên lihevkirina bi rejîmê re qebûl nakin bi kar bîne. Armanca van lihevkirinên Tirkiyeyê yên bi Rûsyayê re ew e ku xeta dagirkeriyê ya Idlib û Efrînê biparêze. Heke lihevkirinên bi Rûsya û rejîma Sûriyeyê re bikevin meriyetê, dê herêmên koma paramîlîter ên girêdayî Feylaq a 2’yemîn lê bi cih bûne bi awayekî mayinde ji Tirkiyeyê re bimînin. Tirkiye dixwaze li herêmên dagir kirî gelek komên çete tesfiye bike. Di serî de jî komên ereb. Tirkiye komên ereb tesfiye dike û her cureyên piştgiriyê dide komên çete yên tirkmen, tacîk û uygur. Mixabin ev pevçûn dê hêj dijwartir bibin. Weke encam dê Tirkiye bi taybet jî komên ereb biavêje ber rejîma Sûriyeyê. Belkî bi vê jî bisînor nemîne, ji bo tunekirina wan her cureyên alîkariyê bide.”    MA / Ceylan Şahînlî