Bîranîna 33 rewşenbîran li ‘Navenda Hafizayê’ zindî tê girtin 2024-07-02 11:10:50   STENBOL - Hunermend Sena Şat a di nava kesên ku projeya Navenda Hafizayê ya Komkujiya Madimakê xistin meriyetê de cih digire, wiha got: “Muzeya dîjîtal bigerin, jiyana wan bixwînin û tiştên ku kirine bibînin. Ji ber ku cihê her yek ji wan cuda û girîng e.”   Projeya Navenda Hafizayê ya Komkujiya Madimakê ku ji bo 33 rewşenbîrên di 2’yê tîrmeha 1993’yan de li Otela Madimakê ya li navenda Sewazê hatin qetilkirin sala par kete meriyetê. Konfederasyona Komeleyên Elewiyên Ewropayê (AADK) ji bo kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane nede jibîrkirin û rêya hevrûbûneke civakî veke projeya “Navenda Hafizayê” xist meriyetê. Belgefîlm, pirtûkxaneya dîjîtal, muzeya dîjîtal, dîroka devkî û belgefîlmên web di nava projeyê de cih digirin. Sena Şat a di projeya ku têkildarî rewşenbîrên jiyana xwe ji dest dan de her tim agahî, belge, daneyên dîjîtal lê tên zêdekirin û mezin dibe de cih digire, di salvegera 31’emîn a komkujiyê de girîngiya komkujiyê û projeyê nirxand.    Şat, anî ziman ku ji bo wê li gel vê projeyê wateya 2’yê tîrmehê gelek hate guhertin û wiha got: “Min ewilî dît ku divê rewşenbîr xwe di ber çavan re derbas bikin. Ji ber ku di 2’yê tîrmehê de herkesên di nava wê otelê de bûn, rewşenbîr û nivîskarên ku dikarin cudahiyê li Tirkiyeyê û cîhanê jî çêbikin bûn. Gelek ji wan pirtûk nivîsandibûn û weke kesên tev li nîqaşan dibûn yên herî pêş temsîl dikirin. Ji ber wê yekê komkujiya li dijî wan pêk hat qet ne tesaduf bû.”   ‘KESÊN KU ME WINDA KIRIN JI HEJMARÊ DERKETIN’     Şat, diyar kir ku ew ê kesên di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane ji hejmarê derxînin û bîranînên wan zindî bihêlin û wiha domand: “Êdî ji bo herkesê ew Behçet, Asûman, Belkis û Karîna ne û êdî jiyaneke wan heye. Her tiştên ku wan nivîsandine, xêzkirine, gotine hene. Dê bi rêya muzeya dîjîtal û bi giştî bi rêya Navenda Hafizayê dê bibînin û wan nas bikin. Ji ber wê yekê ez dixwazim ji kesên ku li vê sergiyê negeriyane re vê bibêjim; Li Navenda Hafizayê ya Komkujiya Madimakê bikevin muzeya dîjîtal û yek bi yek li odeyan bigerin, jiyana wan û tiştên ku xwendine û kirine bibînin. Ferq bikin ku her yek ji wan nirxeke çawa temsîl dike. Ji ber ku bi rastî jî cihê her yek ji wan û girîngiya wan cuda ye.”   ‘NAVENDEKE BÎRANÎNÊ YA HÊJAYÎ 33 CANAN’    Şat, diyar kir ku cihgirtina di nava projeyê de ji bo wê çavkaniya rûmet û serbilindiyê ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min di projeyê de di beşa xêzkirinê de cih girt lê di heman demê de muze û pirtûkxaneyên dîjîtal, belgefîlma web û dîroka devkî her yek ji wan mijarên ku cuda cuda li ser hatin sekinin bûn. Hemû di dawiya rojê de bûn wesîle ku em navendeke bîranînê ya hêjayî navenda hafizayê ava bikin. Konfederasyona Komeleyên Elewiyan a Ewropayê ya ev proje xist meriyetê karekî gelekî girîng kir. Ev proje bêyî ku ji cihekî alîkarî bê girtin, bi alîkariya elewiyên li Ewropayê hate kirin. Yek ji taybetmendiya herî girîng jî ev bû.”   ‘DIVÊ XETA TÊKOŞÎNÊ BÊ AVAKIRIN’    Şat, bi lêv kir ku li erdnîgariya lê dijîn di serî de elewî, kurd û jin li dijî beşên civakê yên cuda her roj komkujiyeke nû çêdibe û gotinên xwe wiha bi dawî kirin: “Ji ber wê yekê di her gava em diavêjin de divê ne li ser em li welatekî çawa dijîn, em ji bo vê çi dikin be. Ji ber ku em jiyaneke wiha ya di bin êrişê de heq nakin. Ev mirovên bi vî nirxî jî vê civakê ava kirin û em difikirin ku em dikarin jiyaneke ji vê baştir ava bikin. Ji ber vê yekê divê li dijî êrişeke li hember beşeke civakê bi awayekî topyekûn têkoşîn bê dayîn. Madimakê şopeke wiha li ser me hiştiye, bi ya min divê ev mesele ne tenê ji bo beşeke civakê lê ji bo hemû cîhanê were dîtin û li dijî vê divê xeteke têkoşînê were avakirin.”