Berdevkê YNK’ê Pîre: Zêdetirî 300 DAIŞ’î li herêmê hatin bicihkirin 2024-07-02 10:49:38   NAVENDA NÛÇEYAN - Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre da zanîn ku dewleta tirk zêdetirî çeteyên DAIŞ’ê li herêma Berwariyê bi cih kiriye.    Berdevkê YNK’ê Seedî Ehmed Pîre têkildarî tawanbariyên wezaretên karên hundir ên Herêma Federe ya Kurdistanê û Iraqê daxuyanî da.    'DIXWAZIN HILBJARTINAN TALOQ BIKIN’    Seedî Ehmed Pîre diyar kir ku fraksiyonên YNK’ê yên di nava Hikûmeta Herêma Federe ya Kurdistanê de cih digirin û Kubat û Bafil Talabanî şewitandina dikanên welatiyan şermezar kirine. Pîre, wiha got: “Me ji Hikûmeta Herêma Kurdistanê xwestibû ku têkildarî şewatên li Dihok, Hewlêr û Kerkûkê lêpirsînê bidin destpêkirin.” Pîre, bal kişand ser aloziyên navxweyî yên PDK’ê û ev tişt anî ziman: “Aloziyên navxweyî yên PDK’ê, senaryoyeke ji bo taloqkirina hilbijartinên Parlamentoya Herêma Kurdistanê ye. Îdiayên qirêj ên bi vî rengî, ji bo taloqkirina hilbijartinên parlamentoyê ne. PDK ji hilbijartinê ditirse û naxwaze hilbijartin pêk bê.”    '300 DAIŞ’Î LI HERÊMÊ HATIN BICIHKIRIN’   Pîre, axaftina xwe wiha domand: “PDK’ê şewitandina sûk û bazaran veguherand propagandaya xwe ya hilbijartinê. Ji ber ku YNK’ê qebûl nekir hilbijartin bên taloqkirin. Lewma PDK senaryoyên qiha qirêjî û kirêt dike.” Bi domdarî Pîre got ku li herêma Berwarî Balayê zêdetirî 300 DAIŞ’î hatine bicihkirin, nav û wêneyên van kesan di destê wan de hene, bi rapor û giliyên sexte hewl tê dayîn ku Silêmaniyeyê qurbanî Tirkiyeyê bikin.    'EM XWE NE JI BO ŞERÊ NAVXWEYÎ XWE JI BO HILBIJARTINÊ AMADE DIKIN’    Têkildarî daxuyaniya Wezareta Karên Hundir a Iraqê jî Pîre ev tişt anî ziman: “Rayedarekê Wezareta Karên Hundir a Iraqê dibêje dê hezekî ku navê wê eşkere nekiriye li herêmê bicih bike. Ev jî di serê me de fikaran çêdike. Lê belê Wezareta Karên Hundir a Herêma Kurdistanê jî ev tawanbarî bi zimanekî cuda qebûl kir. Em xwe ne ji bo şerê navxweyî, xwe ji bo hilbijartinan amade dikin. Ji bo taloqkirina hilbijartinan di demên berê de xwestin bi me re muzakereyan bikin. Me ev red kir. Tiştên niha tên kirin, hewldanên ji bo taloqkirina hilbijartinan e.”