Piştî bombebaranê agir bi Çiyayê Metînayê ket 2024-07-01 12:29:16   NAVENDA NÛÇEYAN - Balafirên Tirkiyeyê, Çiyayê Metînayê yê li Amêdiyê bombebaran kir. Di encama bombebaranê de li deverê şewatek mezin li eraziyê deverê ket.   Li gorî nûçeya Roj Newsê; balefirên şer ên Tirkiyeyê, Çiyayê Metîna yê li bajaroka Amêdî ya ser bi Dihokê ve bombebaran kir.   Li gor heman zanyariyan ji ber bombebaranê agirek mezin bi eraziyê deverê ketiye û saziyên pewyendîdar ên Herêma Kurdistanê ti hewldanek ji bo vemirandina agir nakin.   Di rojên dawî de Tirkiye, êrişên xwe yên li ser Çiyayê Metînayê zêde kiriye, gelek leşker, çekên giran û wesayîtên zirxî li gundên deverê bicih kiriye. Rojane ji ber êrişan, gundên li deverê vala dibin û wêran dibin. Li beramber vê jî hikûmeta demborî ya Herêma Kurdistanê û hikûmeta Iraqê bêdengin.