Kaydu ê piştî 15 salan hate berdan: Girtî di mijara şikandina tecrîdê de biisrar in 2024-07-01 09:37:14 AMED - Bekir Kaydu ku piştî 15 salan hate berdan, wiha got: “Heta tecrîd ranebe dê çalakî bi dawî nebin. Her çend rê û rêbaz biguherin jî berxwedana ji bo şikandina tecrîdê dê bidome.”    Bekir Kaydu (33) di sala 2010’an de li Amedê bi îdiayên “Her çend endamê rêxistinê nebe jî li ser navê rêxistinê xebat meşandiye”, “Zirar daye malê cemaweriyê” û “Propagandaya rêxistinê” di 18 saliya xwe de hate girtin. Kaydu, di vê pêvajoyê de li gorî rêzê li girtîgehên Amed, Edîrne, Bandirma û Mereşê ma. Herî dawî jî sewqî Girtîgeha Tîpa S a Manavgatê hate kirin û di 22’yê hezîranê de hate berdan. Kaydu, binpêkirinên li girtîgehan û berxwedana girtiyan vegot.    Kaydu, anî ziman ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan ji sala 2015’an ve bi awayekî berfireh li tevahiya girtîgehan belav bûye. Kaydu, wiha got: “Tecrîd li Îmraliyê dan destpêkirin û di demekî kin de li girtîgehan xistin meriyetê. Bi taybet jî di nava 6-7 salên dawî de hate belavkirin. Di van şert û mercan de derfetên girtiyan pir bisînor in. Tişta ku niha wan li ser pêyan digire, mirûz, motîvasyon û têgehiştina wan e.”    ‘PÊVAJOYA TEDAWIYÊ BI MEHAN DIDOME’    Bi domdarî Kaydu diyar kir ku piştî pêvajoya çareseriyê şert û mercên li girtîgehan hêj girantir bûne û rewşa girtiyên nexweş roj bi roj xerabtir bûye. Kaydu, da zanîn ku pirsgirêka tenduristiyê mezintirîn pirsgirêka li girtîgehan e û wiha pê de çû: “Li girtîgeha ez lê dimam girtiyê bi navê Servet Kaya hebû ku nexweşiyên wî yên weke dil, şekir û tansiyonê hebûn. Tedawiya gelek hevalên me tê astengkirin lê rewşa vî hevalî giran e û divê di zûtirin demê de were tedawîkirin û emeliyat bibe.”    Kaydu, destnîşan kir ku li girtîgehan tedawî di dema xwe de nayên kirin û ev agahî parve kir: “Li girtîgehê ez du caran emeliyat bûm. Ji bo emeliyata gurçikan ez bi mehan hatim sekinandin. Heke nexweşiyeke te hebe yan jî tu bixwazî dermanan bidî nivîsandin, ev pêvajo pir dirêj diajot. Heke nexweşiyeke te ya lezgîn hebe, yek du deqeyan bi te re eleqedar dibin û derfetê nadin tu derdê xwe jî vebêjî.”    HEKE BIJÎŞK TUNE BE GARDIYAN MUAYENE DIKIN    Di berdewamê de Kaydu diyar kir ku ji ber van binpêkirina girtiyên nexweş bi pirsgirêkên mezin ên tenduristiyê re rû bi rû dimînin. Kaydu, wiha dirêjî da axaftina xwe: “Dema bijîşk tune bin, gardiyan li nexweşan dinêrin. Ji girtiyan re dibêjin ‘tiştekî te tune ye’ û dîsa dişînin qawîşê. Girtiyên divê tavilê lê were nihêrtin, sê çar mehan tên sekinandin. Dema ew pêvajo diqede û diçin cem bijîşk, dîsa rojê didin û paşve dişînin. Ev pêvajo heta salekê diajo. Hatin û çûna nexweşxaneyan a derveyî vê pêvajoyê jî bi tena serê xwe pirsgirêkeke cuda ye. Ji ber ku dema girtiyan dibin, destkelemçekirî dibin. Ji bilî kelemçeyê, bi miamileyeke dermirovî me dibin nexweşxaneyê. Dibêjin ‘serê xwe raneke, bikeve rewşa amadehiyê, serê xwe bitewîne, li pişt xwe vegere’ û hwd. Gelek girtiyên nexweş hene ku naxwazin ji ber vê miamileyê biçin nexweşxaneyê.”    ‘MAFÊ ME YÊ 10 SAETAN DAXISTIN 3 SAETAN’    Kaydu, da zanîn ku li girtîgehan bi zanebûn pêwendiyên wan ên bi girtiyan re tên astengkirin. Kaydu, got ku dewlet bi qanûnên xwe nake û wiha derbirî: “Tevî gelek pirsgirêkan, her wiha mafê axaftinê yê telefonê jî tê astengkirin. Di şert û mercên asayî de hefteyê 10 saet mafê girtiyan ê telefonê heye. Ev maf mehê daxistine 3 saet û nîvan. Di mufredatên heyî de tiştekî wiha tune ye. Ew bi xwe li gorî mufredata xwe tevnagerin. Em jê re dibêjin lê pê nakin. Bi zanebûn nahêlin em derkevin aktîvîteyan. Li gorî girtîgehên din li vir tecrîdeke girantir heye. Lewma jî sihbet, pêwendîdanîn, aktîvîte û hwd. tên asteengkirin.”    ‘XWE DIXIN ŞÛNA DADGEHAN’   Di berdewamê de Kaydu daxuyand ku Lijneya Rêveberî û Çavdêriyê xwe xistiye şûna dadgehan û wiha got: “Mîna dadgehan tevdigere. Girtiyan jinûve didarizînin. Bi qanûnên derxistin re nahêlin tu werî berdan. Ji bo girtî dev ji têkoşîna rêxistinkirî berdin tevdigerin. Tehliyeyên girtiyan bi keyfî tên astengkirin. Hema hema li hemû girtîgehan ev polîtîkaye di dewrê de ye.”   ‘HETA TECRÎD TÊ ŞIKANDIN DÊ BERXWEDAN BIDOME’    Kaydu, anî ziman ku girtî ji bo şikandina tecrîdê bi hemû bîr û baweriya xwe çalakiya xwe didomînin û axaftina xwe wiha qedand: “Heta encamek tê bidestxistin jî dê bidomînin. Girtiyên siyasî di 27’ê Mijdarê de dest bi çalakiya greva birçîbûnê kirin. Di vê çarçoveyê de biryar hate dayîn ku dernekevin hevdîtinên ser telefonê û yên rû bi rû. Tekane tişta ji destê girtiyan tê ev e. Bicihanîna daxwazên wan, mijareke jiyanî ye. Girtî ji bo rakirina tecrîdê bûne yek û berxwedana xwe didomînin. Girîng e ku her kes xwedî li çalakiya wan derkeve. Em di wê baweriyê de ne ku dê berxwedan tecrîdê ji holê rake. Heta tecrîd tê rakirin jî dê girtiyên siyasî dev ji çalakiya xwe bernedin. Heta tecrîd ranebe dê çalakî bi dawî nebin. Dibe ku rê û rêbaz biguherin lê dê berxwedan bidome. Tevî hemû zehmetiyan jî girtî biisrar in ku tecrîdê têk bibin.”    MA / Şîlan Çîl