Li Kayseriyê piştî îstîsmarê êrişa nijadperest pêk hat 2024-07-01 09:19:01 NAVENDA NÛÇEYAN - Li Kayseriyê bi îdiaya ku zarokek bi îstîsmarê re rû bi rû maye, hin dikanên aîdî penaberên ji Sûriyeyê hatin şewitandin.  Li navçeya Melîkgazî ya Kayseriyê hat gotin ku zarokek 5 salî bi îstîsmarkirinê re rû bi rû hatiye hiştin. Piştî bûyerê grûbek qerebalix li hev civiyan û êrişî hin dikanên aîdî penaberên ji Sûriyeyê kirin. Polîsan kesê ku tê gotin zarok îstîsmar kiriye, kirin binçavan. Piştre grûba qerebalix ku civiyan, wesayîtên aîdî penaberan qelibandin û hin dikanên wan şewitandin.    Mîdûrê Emniyeta Kayseriyê Atanur Aydin diyar kir ku zaroka bi îstîsmarê rû bi rû maye “Ne tirk e” û got: “Ez soz didim we ku em ê derbarê wê malbatê de her cure karûbarên wan dersînor bikin, pêk bînin.”      Walîtiyê jî daxuyanî da û diyar kir ku di bûyerê de 5 polîs birîndar bûne. Walîtiyê ragihand ku ew kesê îstîsmarê pêk aniye hatiyebinçavkirin û zarok jî xistine bin parastinê.