‘Ya li cenazeyê Esen hatiye kirin, binpêkirina qedexeya miameleya xirab e’ 2024-07-01 09:00:22 AMED - Nûnerê TÎHV’a Amedê Mûrat Aba anî ziman ku cenazeyê Şefîk Esen bi birînên vekirî teslîmî malbatê hate kirin û wiha got: "Ev yek biçûkxistina cenazeyê û binpêkirina qedexeya miameleya xirab e.”  Der barê Şefîk Esen de bi îdiaya “propagandaya rêxistinê” salekî cezayê hefsê hate dayîn û bi erêkirina cezayî re Esen hate girtin. Esen ji ber nexweşiya xwe ya anemiya behra spî, di nava demê de pêdiviya bi guherandina xwînê didît. Esen dema di Girtîgeha Tîha H a Eskîşehîrê de bû, aciz bû û ji bo were dermankirin 3 caran daxwaza berdanê kir lê belê her carê ev daxwaz hate redkirin. Esen ji ber acizbûna xwe nêzîkî 40 rojan di Nexweşxaneya Zanîngeha Osman Gazî ya li Eskîşehîrê hate dermankirin û di 27’ê hezîranê de jiyana xwe ji dest da. Birînên Esen yên di ji dema dermankirinê de çêbûne û birînên piştî karûbarên otopsiyê çêbûne nehatin girtin û cenazeye Esen bi birînên vekirî ve teslîmî malbatê hate kirin.     ‘BINPÊKIRINA QEDEXEYA MIAMILEYA XIRAB E’   Nûnerê Weqfa Mafên Mirovan a Tirkiyeyê (TÎHV) ya Amedê Mûrat Aba da zanîn ku di girtîgehan de gelek caran mafê tenduristiyê yê girtiyan tê binpêkirin û wiha got: “Em li vê derê jî mînaka vê dibînin.”    Aba bi bîr xist ku Esen piştî dermankirina 40 rojan jiyana xwe ji dest da, cezazeyê wî bi birînên vekirî ve teslîmî malbatê hatiye kirin û ev tişt gotin: “Ev şêwazekî miameleya xirab e. Binpêkirina qedexeya miameleya xirab e. Dibe ku jiyana xwe ji dest dabe lê belê hûn nikarin tahdeyê li laşê wî kesî bikin. An jî hûn nikarin bi tahteya cenazeyî, tahdeyê li malbatê jî bikin. Hûn nikarin kesekî, bi birînên vekirî ve ji deverekî re bişînin. Divê birîn werin başkirin, an jî bi awayekî guncav divê werin pêçan û piştre were şandin.”    ‘DERVEYÎ RÛMETA MIROV E’   Aba bi bîr xist ku li Tirkiyeyê laş tên perçekirin, cenaze di kutiyên kargoyê de teslîmî malbatan tên kirin û axaftina xwe wiha domand: “Mixabin li Tirkiyeyê li dijî cenazeyan hestiyar tevnagerin û piştî astekî nêzîkatiyên tên nişandan dibin travma. Jixwe hûn kesên nexweş bernadin, piştî ku jiyana xwe ji dide jî heqaretê li bedena wî kesî dikin. Di hêla mafê mirovan de ev yek nayê qebûlkirin. Divê pêvajoya travmayê ya malbatê jî berçav were girtin. Ev nêzîkatî ji bo malbatê jî muamileya xirab e, û mixabin dîmen hemû parastvanên mafên mirovan ji kurahî bandor dike. Ev liv û tevgere derveyî rûmeta mirov e.”    ‘MAF TÊN PAŞGUHKIRIN’   Aba anî ziman ku di çarçoveya polîtîkayên dewletê de cihêkarî li kurdan tê kirin û axaftina xwe wiha domand: “Ji ber kurdan ê din dihesibînin, qanûnên xwe jî kêm dibinin. Hem wek qanûnî ceza dikin, hem jî rayedarên di girtîgehan de dixebitin serî li şêwazên cuda yên cezakirinê didin. Wek xwezayî mafên mirovan hene lê belê bi nêzîkatiya pêşîlêgirtina van mafan tevdigerin. Bi vî awayî wekî ku tevahniya civakê travmatîze dikin. Sax an jî mirî, mafê her mirovekî heye û divê li gorî vê yekê nêzîkatî were nişandan.”    ‘BINPÊKIRINA MAFAN NAYÊ QEBÛLKIRIN’   Aba xwest di girtîgehan de şandeyên bêalî yên şopandinê werin avakirin û diyar kir ku ew wek TÎHV li dijî binpêkirinên mafan in. Aba da zanîn ku di bin tu şert û mercan de îşkence nayê kirin, ew hewl didin ku hestiyariya civakê li dijî îşkenceyê zêde dikin û wiha derbirî: “Cîhanekî bêyî îşkence pêkan e. Em ê bi israr vê yeke bînin ziman.”   MA / Rûkiye  Adiguzel