Ji bo 10 bajaran hişyarî hate kirin 2024-07-01 08:59:04   NAVENDA NÛÇEYAN - Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê ji bo 10 bajaran di asta koda zer de hişyarî kir.    Midûriyeta Giştî ya Meteorolojiyê (MGM) di nirxandina xwe ya dawî de diyar kir ku herêmên bakur, hundir û rojhilatê Tirkiyeyê dê biewrên parçeyî û hinek cihan gelek biewr bin, li bajarên Ordu, Tokat, Kayserî, Sêwas, Amed û Êlihê jî baraneke zêde hebe.    Hat zanîn ku dê baranên heyî li Ordu, Erzîngan, Erzirom, Qers û Erdexanê dijwar derbas bibin.    HIŞYARIYA BARANA ZÊDE    Hat ragihand ku dê li Rojhilatê Behra Reş û Orduyê, li Erzîngan, Erzirom, Qers û Erdexanê baraneke zêde bibare û MGM’ê welatî ji ber lehî, rabûna çeman, zîpik, bager û hwd. jî hişyar kir û xwest tevdîr bên girtin.    Meteorolojiyê ji bo bajarên Aydin, Balikesîr, Bursa, Çanakkale, Gîresun, Îzmîr, Manîsa, Ordu, Rîze û Trabzonê di asta koda zer de hişyarî kir.