Yuksekdag: Dê biser nekevin Atalay: Em ê bi hev re bi ser bikevin 2024-06-29 21:48:53 STENBOL - Siyasetmedara girtî Figen Yuksekdag, peyam ji mîtînga li dijî qeyûman re şand û got: "Vîna gelan nayê dîl girtin. Dê nikaribin li Colemêrgê bi ser bikevin." Siyasetmedarê girtî Can Atalay jî peyam şand û got: "Em ê bi hev re têbikoşin. Em ê bi hev re bi ser bikevin."  Li Qada Kartalê ya Stenbolê li dijî tayînkirina Qeyûm a Şaredariya DEM Partî ya Colemêrgê mîtinga "Ji bo ked û azadiya xwe em rê nadin qeyûman" li dar xistin. Girtiyên siyasî ji girtîgehan peyam şandin û biryara têkoşînê dan.   Hevseroka Berê ya Giştî ya HDP'ê Fîgen Yüksekdag ku ji doza Kobanê hatiye girtîn û Parlamenterê TÎP'ê yê ku ji doza Gezî tê darizandin û wekîltiya wî hat xistin Can Atalay peyam ji mîtîngê re şandin.    YUKSEKDAG: DÊ NIKARIBIN BI SER BIKEVIN   Hevseroka Berê ya HDP'ê Fîgen Yuksekdag, ewil banga têkoşînê kir û got: "Divê her kes li dijî xespkirina vîna gel têbikoşin. Vîna gel dîl nayê girtin. Em û gel destûr nadin ku vîna me bê destekerkirin. Me heta niha li salonên meclis, dadgeh û girtîgehan li ber xwe da û destûr nedan ku vîna me binpê bike. Ji niha û şûnde jî em destûr nadin. li Kobanê, Wanê ceribandin bi ser neketin. Dê li Colemêrgê jî nikaribin bi ser bikevin. Em wekî kesên ji doza Kobanê tên darizandin, destûr nadin ku vîna me binpê bikin. Em bang li her kesî dikin ku tekoşîna xwe mezin bikin."    ATALAY: EM Ê BI HEVRE TÊKOŞÎNÊ MEZIN BIKIN   Parêzer û Siyasetmedar Can Atalay jî anî ziman ku dê bi hevre têbikloşin û bi hevre bi ser bikevin. Peyama Atalay wiha ye: "Yên ji bo xwedîderketina ked, vîn, pêşerojê û welatê xwe li Qadaı Kartalê kom bûne... Yên mil dane hev... Baş zanibin ku hevî hûn in. Hevî bi were ye. Hevî têkoşîna mil bi mil e. Em ê bi hevre têbikoşin û bi hevre bi ser bikevin. Silav ji hemû girseya ku qada Kartalê dijî kiriye re. Silav ji pêşeroja hevpar a  Tirkiye û Cîhanê re!"