Li Akkûyûyê qeza: 2 kes mirin 35 kes birîndar bûn 2024-06-29 12:08:21   MÊRSÎN - Li gorî agahiyên destpêkê di qezaya ku otobûsa karkerên NGS Akkûyûyê vediguhestin de, 2 kesan jiyana xwe ji dest dan û 35 kes jî birîndar bûn.    Otobûsa ku karkerên li Santrala Hêzên Nukleer (NGS) a li navçeya Sîlîfke ya Mêrsînê dixebitin vediguhestin, derbasî aliyê rê yê din bû li wesayîta servîsê û otomobîlekê da. Di encama qezayê de 2 kesan jiyana xwe ji dest da, 2 jê giran 35 kes birîndar bûn.    Di qezaya ku li ser rêya D-400 a Mêrsîn û Antalyayê ya di nav sînorê Taxa Işikli ya Sîlîfkeyê pêk hat de otobusa bi pîlaqeya 06 EEP 718 ku Î.K. (65) diajot, dema ber bi Mêrsînê ve diçû, hakîmiyeta dîreksiyonê winda kir û derbasî aliyê din ê rê bû. Otobusa derbasî aliyê din ê rê bû li otomobîla bi pîleqeya 27 R 2950 ku çawişê pispor Y.D. yê li NGS Akkûyûyê wezîfedar diajot û li otobûsa bi pîleqeya 31 AIM 470 ya ku karker di tê bûn û H.Y. diajot da. Di qezayê de çawişê pispor û Ismailova Ncmannoba yê rûs ê di otobusê de jiyana xwe ji dest dan, 2 jê giran 35 kes birîndar bûn. Tîmên cendermeyan, tenduristiyê û agirkujiyê sewqî cihê bûyerê hatin kirin. Birîndar bi ambûlansên sewqî cihê bûyerê re hatin rakirin nexweşxaneya dewletê ya li navçeyê û nexweşxaneyên taybet ên li Sîlîfkeyê. Ji ber qezayê rê demekî dire li trafîkê hate girtin.