Li Zaxoyê qeza: 3 kes mirin 10 kes birîndar bûn 2024-06-29 11:35:23   NAVENDA NÛÇEYAN - Di qezaya ku li bajarê Zaxo yê Herêma Kurdistanê çêbû de 3 kesan jiyana xwe ji dest da û 10 kes jî birîndar bûn.    Duh bi şev li ser rêya sereke ya Zaxo û Batûfa ya Herêma Kurdistana Federe di encama lihevketina du wesayîtan de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes jî birîndar bûn. Hate diyarkirin ku birîndar bi ambûlansên sewqî cihê qezayê kirin rakirine nexweşxaneyên derdorê.    Midûriyeta Polîsan a Zaxo da zanîn ku temenê her sê kesên jiyana xwe ji dest dane, di navbera 12 û 47 salî de ne. Hate ragihandin ku der barê buyerê de lêkolîn û lêpirsîn hatiye destpêkirin.