Çawişê pispor ê êrişkar hate binçavkirin 2024-06-29 11:20:50   EDENE - Çawişê pispor Gokhan Çelîk ê duh li Seyhanê hevjîna xwe qetil kir û 3 kes birîndar kirin hate binçavkirin.    Duh li navçeya Seyhan a Edeneyê saet di 12.30’an de çawişê pispor Gokhan Çelîk (27) ê hevjîna xwe Hatîce Çelîk (29) a di asta hev berdanê de bû qetil kir. Di êrişê de li gel Çelîkê zavayê wan Mûrat Akdoker ê di heman wesayîtê de bû jî birîndar bû. Guleyên ku pekiyan bûn sedem ku 2 kesên di rê de diçûn birîndar bin. Êrişkar Çelîk ê ji aliyê polîsan ve ji lingê wî ve hate birîndar kirin ji cihê bûyerê reviya.    Mûrat Akdoker û 2 kesên birîndar rakirin nexweşxaneyê. Rewşa tenduristiya Akdoker hêj jî cidî ye.    Êrişkar Çelîk jî li avahiya li Taxa Yeşîlyûrt a girêdayî navçeya Seyhanê xwe vedişart hate binçavkirin.