Mehmet Ocalan: Biryara di 29'ê Hezîranê de peyamek bû 2024-06-29 09:25:07   RIHA - Mehmet Ocalan, di 74'emîn salvegera darvekirina Şêx Seîd de bibîr xist ku heman ceza li kekê wî jî hatiye birîn û got: "Ev, peyamek bû. Peyama 'Me ev tişt anîn serê mezinên we, em ê bînin serê we jî.' Biryar, siyasî bû."    Rêberê PKK'ê Abdullah Ocalan, piştî ku bi komployeke navneteweî di 9'ê Cotmeha 1998'an de ji Sûriyeyê hat derxistin, di 15'ê Sibata 1999'an de radestî Tirkiyeyê hat kirin. Abdullah Ocalan li Tirkiyeyê xistin Girtîgeha Ewlehiya Bilind a Tîpa F a Îmraliyê. Paşê di 28'ê Nîsana 1999'an de li Dadgeha Ewlehiyê ya Dewletê ya 2'yan pêvajoya darizandinê dest pê kir. Danişîna biryarê di 29'ê Hezîranê de hat lidarxistin û cezayê darvekirinê li Ocalan hat birîn. Biryara darvekirinê, di salvegera darvekirina Şêx Seîd û 46 hevalên wî de hat dayîn.    Abdullah Ocalan ji roja ku radestî Tirkiyeyê hatiye kirin heya niha di şert û mercên tecrîdeke giran de tê girtin. Herî dawî di 25'ê Adara 2021'ê de hevdîtin bi Abdullah Ocalan re hat kirin. Ji wê rojê heya niha tu agahî jê nayê girtin.    PÊVAJOYA DOZÊ   Mehmet Ocalan, pêvajoya dozê û biryara ku di salvegera darvekirina Şêx Seîd de hatiye dayin nirxand. Ocalan darizandinê wekî titşekî "di ser re" nirxand û zextên di dema darizandinê de bibîr xistin. Ocalan got: "Buriya hiqûqê li Stenbolê bû. Em jî di navbera Stenbol, Bûrsa û Îmraliyê de diçûn û dihatin. Dadgeh dest pê kirin. Di ser re bûna jî didomiyan. Gelek parêzer hebûn, lê dîsa jî pir destûra parastinan nedihat dayin. Carekê em ji Girava Îmraliyê hatin Bûrsayê. Mirov jî li cem me bûn. Em li Bûrsayê çûn otêlekê. Me hîs kir ku komployek çêkirine. Ji nişka ve mirov ji cihekî derketin. Haya polîsên dewletê yên li wir jî jê hebû. Ji nişka ve qelebalixiyek çêbû. Qelebalixiyeke ku dixwest otêlê bişewitîne. Wê şevê me lêxist em çûn Gemlîkê. Paşê di dema darizandinê de em li Gemlîkê di avahiyeke aîdî Midûriyeta Karên Avê de man."   'PEYAM DAN KURDAN'   Ocalan, behsa hevdîtina ewil a piştî biryarê kir. Ocalan anî ziman ku kekê wî gotiye: "Ev ne biryareke pir girîng e. Jixwe ez li bendê bûm, lê bawer nakim ku darvekirinê pêk bînin."    Mehmet Ocalan destnîşan kir ku di salvegera darvekirina Şêx Seîd de biryareke bi vî rengî "peyamek e ji bo kurdan" û got: "Dewlet li wir, peyama 'Me, ev tişt anîn serê mezinên we, em ê bînin serê we jî' dan. Jixw ebiryar ji berê de hazir bû û diyar bû wê çi bikin. Di darizandinên siyasî de ji bo kurdan hiqûq tune ye. Biryareke siyasî tê dayîn. Ev biryara siyasî jî di 29'ê Hezîranê de hat dayîn. Biryara dadger hat eşkerekirin."    'LI ÎMRALIYÊ ÇI DIQEWIME?'   Mehmet Ocalan destnîşan kir ku divê rayedar eşkere bikin ku li Îmraliyê çi diqewime û got: "Bila rastiyê bibêjin. Li wir çi diqewime, bila ji me re bibêjin. Ji sala 2015'an ve polîtîkayeke ji tecrîdê wêdetir tê meşandin. Li ser tunekirina wan pergalek tê avakirin. Banga me ji bo rewşenbîr, demokrat û kurdan e; li dijî vê tecrîdê rabin. Ji lew re li dijî me pergaleke ku dibêje 'ez ê te tune bikim' heye. Lewma divê em li dijî vê hemû rê û rêbazên demokratîk biceribînin."