Li dijî biryara Walîtiya Dêrsimê ya girtina rêyan bertek hat nîşandan 2024-06-28 11:11:46 DÊRSIM - Walîtiya Dêrsimê di çarçoveya MOTOFEST’ê de rêya Dêrsim-Pulurê girt. Rêxistina EMEP’ê ya Dêrsimê jî bertek nîşan da.    Walîtiya Dêrsimê bi hinceta çalakiya MOTOFEST’ê ya li ser Geliyê Munzurê, ji Noqteya Polîsan a Kemerbelê ya bajar heta ser rêya Xozatê rê girt. Walîtiyê ragihand ku rêya behsa xeberê ji saet 09.00’ê heta 18.00’ê dê ji trafîkê re girtî be. Rêxistina Partiya Kedê (EMEP) ya Dêrsimê bi daxuyaniyeke nivîskî bertek nîşanî biryarê da.    Rêxistina EMEP’ê bertek nîşanî girtina rêbeja Dêrsim-Pulurê da û got ku walî ji bo keyfa xwe ya motorê rê girtiye û bi vê yekê re mafê geştê yê gel binpê kiriye. EMEP’ê got ku tişta walî kiriye sûc e. EMEP’ê diyar kir ku ji hemû encamên neyînî yên mîhrîcana derdikevin, walîtiya Dêrsimê berpirsyar e.