Li 4 kesên ji doza DÎAYDER’ê tên darizandin lêpirsîneke nû hat vekirin 2024-06-27 12:18:36   STENBOL - Danişîna doza DÎAYDER’ê ku 23 endamên komeleyê tên darizandin, ji ber lêpirsîna nû ya derheqê 4 kesan de hatiye vekirin, hat taloqkirin.    Ji ber sedemên xwendina xutbeyên bi kurdî, dayîna weazên bi kurdî û alîkariya bi malbatên hewcedar, derheqê 23 endamên Komeleya Alîkarî û Piştevaniyê ya Alimên Olî (DÎAYDER) de bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” doz hatibû vekirin. Danişîna dozê li 14’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê ya li Çaglayanê hat lidarxistin. Serokê komeleyê Ekrem Baran, çendek bersûcên tên darizandin û parêzer di danişînê de amade bûn.    Şandeya dadgehê da zanîn ku derheqê 4 kesên tên darizandin de lêpirsîneke nû hatiye destpêkirin û ev dosya li dosyaya didome hatiye zêdekirin.    HAT XWESTIN KU LI KESÊN QERTÊN ALÎKARIYÊ WERGIRTIN BÊ GUHDARÎKIRIN    Parêzer Mesût Orak xwest ku îdiaya kesên qertên alîkariyê belav kirin dane kesên “têkiliya wan bi rêxistinê re heye” were lêkolînkirin. Her wiha Orak, xwest ku li kesên alîkarî wergirtine bê guhdarîkirin. Orak, anî ziman ku îdiayên bi vî rengî razber in û ev tişt anî ziman: “Guhdarîkirina kesên qertên alîkarî wergirtine dê bandorê li dosyayê bike. Em dixwazin bi vî awayî xisûsên şênber derxînin holê.”    Şandeya dadgehê got ku dê daxwaza guhdarîkirina kesên alîkarî wergirtine binirxînin û ji bo lêkolînkirina lêpirsîna derheqê 4 kesan de hatiye vekirin, danişîna dozê taloqî 3-4’ê cotmehê kir.