Li Dîlokê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan 2024-06-27 11:54:39   DÎLOK - Li navçeya Nûrdagiyê di qezayê de 3 kesan jiyana xwe ji dest dan û kesek jî birîndar bû.    Li navçeya Nûrdagi ya Dîlokê li ser rêya di navbera Tarsus-Edene-Dîlokê de rêzeqeza çêbû. Hat zanîn ku di qezayê de 2 otomobîl di navbera 2 TIR’an de man. Ji kesên di otomobîlan de 3’yan jê jiyana xwe ji dest dan û yek jî birîndar bû. Li gorî agahiyan, TIR a bi plakaya 27 AHK 33 ku Hasan Kiliçparlar diajot li otomobîla bi plakaya 27 BMJ 57 a Veysel Oduncu diajot û otomobîla bi plakaya 31 AKB 057 a Orhan Gul diajot da. Otomobîla Orhan Gul diajot jî li TIR a bi plakaya 33 AOC 043 a Nûrî Tayan diajot xist. Her du otomobîlên di navbera TIR’an de mayîn veguherîn xurdeyê. Orhan Gul, Veysel Oduncu û Gulsum Vaapova yên di otomobîlan de jiyana xwe ji dest dan. Bulent Aydinişik jî birîndar bû.    Cenazeyên her sê kesên di wesayîtan de asê mabûn, ji hêla komên agirkujiyê ve hatin derxistin û birin morga Saziya Tipa Edlî ya Mereşê.    Bulent Aydinişik jî ji bo tedawiyê rakirin nexweşxaneyê. Têkildarî qezayê lêpirsîn hate destpêkirin.