Bi 'kuştinê' gef li gundiyên Herêma Mawayê tê xwarin 2024-06-27 09:24:50   ÊLIH - Operasyona leşkerî ya li herêma Mawayê di roja 10'an de didome. Welatiyên li gundên derdorê diyar kirin ku leşker bi kuştinê gefê li wan dixwin û banga piştevaniyê kirin.    OPerasyona leşkerî ya di 18'ê Hezîranê de li Herêma Mawayê ya gundê Xirbêkurê yê Heskîfa Êlihê hat destpêkirin û di 22'yê Hezîranê de li bejahiya navçeya Kercewsê belav bû, didome. Piştî operasyon hat destpêkirin, herêm ji aliyê Walîtiya Êlihê ve heta 3'yê Tîrmehê hat qedexekirin.    Piştî qedexeyê derdora gundê Xirbêkûrê bi balafirên şer ên F-16 û helîkopteran hat bombeberankirin. Di bombeberanê de camên xaniyên gund şikiyan û wesayîteke u parçeyên şarapnelê lê ketin jî pert bû. Dorpêça leşkeran a li gund jî didome û hat hînkirin ku nayê hiştin ku welatî biçin nava bax û baxçeyên xwe.    GEF LI GUNDIYAN XWARIN   Hat destnîşankirin ku welatiyên xwestine biçin nava bax û baxçeyên xwe, leşkeran bi kuştinê gef li wan xwariye. Her wiha daxwazên gundiyan bi tu awayî nayên qebûlkirin.    Li zêdetirî 10 gundên Herêma Torê ya Kercewsê jî di 22'yê hezîranê de qedexe hat îlankirin û qedexe wê heya 6'ê Tîrmehê bidome. Piştî qedexe hat ragihandin bejahiya herêmê hat bombeberankirin û şewata derket ber bi gundê Bilêşê yê KErcewsê ve çû. Piştî gundiyan xeber ragihand tîmên agirkujiyê xwestin için gund, lê leşkeran nehişt. Hat diyarkirin ku şewat di 23'yê hezîranê de ji ber baranê tefiyaye.    Gundiyan anî ziman ku bi mirinê re rû bi rû ne û tim dengê balafir, helikopter û çekan tê. Gundiyan destnîşan kir ku ev rewş bandorê li zarokên wan dike û banga hestiyariyê li raya giştî kirin û xwestin demildest dawî li vê zilmê bê.