ROJEVA 27'Ê HEZÎRANA 2024'AN 2024-06-27 09:00:09   * Hevseroka KCDK-E'yê Zubeyde Zumrutê diyar kir ku ew di warê pêkanîna azadiya fizîkî ya Abdullah Ocalan de bi biryar in û got: "Me dît ku gelan bi qasî kurdan xwedî li birêz Ocalan derketin. Xeta têkoşînê ya ku me ava kiriye her diçe mezintir dibe."    * Operasyona leşkerî ya li herêma Mawayê di roja 10'an de didome. Welatiyên li gundên derdorê diyar kirin ku leşker bi kuştinê gefê li wan dixwin û banga piştevaniyê kirin.    * Endamê OHD'ê Baran Çelîk ku tayinkirina qeyûm wekî "xespkirinê" nirxand got: "Qet ne tiştekî hiqûqî ye ku waliyekî tu eleqeya wî bi şaredariyê re tune ye wekî qeyûm bê tayinkirin."    * Dayika Medenî Yildirim Fahriye Yildirimê destnîşan kir ku kujerên kurê wê serbest hatine berdan û got: "Kesên ji bi mirina kurê min ferman dan, bûn şahidê kujer û em jî mehkûm bûn."    * Li Gabarê ku xwezaya wê tê qirkirin, neft di ser çavkaniyên avê re tê rijandin. Şêniyên herêmê diyar kirin ku gelek kaniyên avê ziwa bûne û gotin: "Çavkaniyên ava Gabarê hemû qirêj û jehrî kirin. Mirov êdî nikare wê avê vexwe."    * Endamê Komîsyona Penaberan a Şaxa ÎHD’a Wanê Hamdî Bayhan diyar kir ku di karesata kelekê ya ku 61 kesan tê de jiyana xwe ji dest dan de lêpirsîneke bi bandor nehate meşandin û li her qadê îşkence li penaberan tê kirin û anî ziman ku koçberiya ku bi hêviyê dest pê dike vediguhere trajediyê.    * Rêxistina DEM Partiyê ya Amedê dê têkildarî şewatan li ber DEDAŞ’ê daxuyaniyê bide. (10.00) ZINDΠ   * Danişîna 2’yemîn a doza derbarê rojnamevan Zeynep Dûrgût û 17 jinan de hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Şirnexê bê lidarxistin. (10.00)    * Danişîna 16’emîn a endamên DÎAY-DER’ê yên bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” û “propagandaya rêxistinê” tên darizandin dê li 15’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (10.00)    * Danişîna 5’emîn a doza bi îdiaya “biçûkxistina miletê tirk” derbarê nivîskar û edîtorên Modernîteya Demokratîk de hatiye vekirin dê li 2’yemîn Dadgeha Cezayê Asliye ya Stenbolê ya li Çaglayanê bê lidarxistin. (10.50)    * Denîz Poyraz bi boneya salvegera 3’yemîn a qetilkirina xwe dê li avahiya Rêxistina DEM Partiyê ya Îzmîrê bê bibîranîn. (16.00)    * Çalakiya nobetê ya li dijî xespa vînê ya li Qada Şîşhane ya li Stenbolê dê berdewam bike. (20.00)