Doza 10’ê Cotmehê: Heke komkujî neyên ronîkirin teqez têkiliya wê bi dewletê re heye 2024-06-26 16:58:41   ENQERE - Di doza Komkujiya Garê de malbatan bertek nîşanî şandeya dadgehê dan. Parêzeran jî wiha gotin: “Heke komkujiyek neyê ronîkirin, teqez têkiliya wê bi dewletê re heye.”    DAIŞ’ê di 10’ê Cotmeha 2015’an de li Qada Gara Trenê ya Enqereyê li dijî mitînga aştiyê êrişa bombeyî pêk anî. Di êrişê de 103 kesan jiyana xwe ji dest dan û 20 jê zarok 391 kes jî birîndar bûn. Danişîna biryarê ya dozê li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê berdewam dike. Parêzer û beşdar di danişînê de diaxivin.    TÊKILIYA WÊ BI DEWLETÊ RE HEYE    Serokê Baroya Enqereyê Mûstafa Koroglû di danişînê de axivî û got ku divê biryara tê dayîn li gorî etîkê be.    Serokê Giştî yê Komeleya Hiqûqnasên Hemdem (ÇHD) parêzer Mûrat Yilmaz jî wiha got: “Heke cînayetek an jî komkujiyek ji her alî ve neyê ronîkirin, teqez têkiliya wê bi dewletê re heye. Daraz, girêdayî îktîdara siyasî ye. Hûn îro çi biryarê bidin dê di dîrokê de wisa bên bibîranîn.”    ‘ÎSTÎXBARAT HATIYE VEŞARTIN’    Yek ji kesên beşdarî danişînê bûyî jî Parlamenterê CHP’ê Orhan Saribal bû. Saribal, wiha got: “Heke me bikariya hesaba Sêwasê bipirsiya, heke me bikariya komkujiya Mereşê bidin darizandin dê komkujiya 10’ê Cotmehê jî nehata kirin. Ev doz dozeke siyasî ye lê heke hûn bikarin xwe ji siya îktîdarê derxînin dê bibe dozeke hiqûqî.”   Sekretera Giştî ya TMMOB’ê Dêrsim Gul jî wiha got: “Di hevdîtinên me yên bi Walîtiya Enqereyê û Şaxa Ewlehiyê de tiştên xerîb hebûn. Piştre me bihîst ku îxbara bombeyê hebû lê îstîxbaratê ji me veşartiye.”    Piştre jî malbat axivîn û daxwaza xwe ya edaletê dîsa dubare kirin.    LI KOMÎTEYA AMADEKAR GUHDAR KIRIN LÊ LI POLÎSAN GUHDAR NEKIRIN    Ji xizmên kesên jiyana xwe ji dest dayîn Mûstafa Çeker ev tişt anî ziman: “Wê rojê li wê qadê ji ewil 1’ê Gulana 1977’an hate bîra min. Min got îcar niha dê panzer û TOMA’yan biajon ser me. Ji ber ku em ji dîrokeke wiha dihatin. Li komîteya amadekar hate guhdarîkirin lê li polîsên komîteyê qal kiribû nehat guhdarîkirin.”   Eylul Pinar Mak jî wiha got: “Ez dixwazim faîlên hevjînê min ê dema birîndar gaz lê dihat reşandin bên darizandin. Ez spasiya hevalên parêzerên dikim. Ya ku îro li vir cibeyên we li vir bi we daye derxistin, pergala edaletê ya TC’ê ye.”    Evrîm Mak ku hevjînê wê Mesût Mak di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dabû jî wiha got: “Ez edaletê ji we rica nakim, ez dixwazim. Ev doz deynê stûyê we ye.”    Lawê Osman Tûran Bozaci, Çaglayan Bozaci jî ev tişt gotin: “Hûn naxwazin li gorî hiqûqê biryarê bidin. Hûn çima penasekirina sûcê li dijî mirovahiyê birik nadin. Berjewendiya we ya li vir çiye? Esas em hemû tiştên em dizanin ji hev re dibêjin. Li bendemayîna edaletê û bangkirina wijdanan li cihê ku hiqûqa dijminatiyê tê pêkanîn ji bo min rast nayê.”   ‘EZ JI HER QEDEMEYA DEWLETÊ GAZINKAR IM’    Dayika Ata Onder Atabay, Halîme Atabay jî wiha got: “Zarokê min da xwendekaran perwerde bike. Vê dewletê mirov birîndar hiştin. Em edaletê dixwazin, tiştekî din naxwazin. Em dişewitin. Ez her roj diçim ser gora zarokê xwe, ez weke bizot dişewitim. Min ji bo dawetê dîrok diyar kiribû lê me nekarî dawetê bikin. Ev ne êşeke? Ji kesê fêm bike re bi êş e, ne ji kesê bêwijdan re. Em 9 sal in di rêyan de ne. Ez ji her qedemeya dewletê gazinkar im.”   ‘SÛCDARÊ HERÎ MEZIN Ê KOMKUJIYÊ WALÎ YE’    Hevjîna Mûstafa Bûdak, Hanîfe Bûdak jî ev tişt gotin: “Sûcdarê herî mezin ê komkujiyê walî ye. Heke edaletê bi cih neînin bila ew êşa ku dikişînin ew jî bikişînin. Em edaletê dixwazin, dixwazin bersûc bên darizandin. Em ji bo herkesê edaletê dixwazin.”   ‘GAZ AVÊTIN SER ME’    Hevserokê Giştî yê SES’ê Siddik Akin jî wiha axivî: “Gotina ‘Siddik alîkariya me bike’ qet ji bîra me dernakeve. Dema min hewl da mudaxileyî hevalên xwe bikim, gaz avêtin ser me. Dema destê hevalê min di destê min de bû ji bo mudaxileyê bikim li benda belavbûna gazê sekinim. Qet ji hişê min naçe. Ez dixwazim midûrê polîsan ê wê demê ji bo ku me nekarî mudaxileyî hevalên xwe yên birîndar bikim bê darizandin.”   Hevserokê Giştî yê ÎHD’ê Huseyîn Kuçukbalaban bal kişand ku desthilata AKP’ê li ser komkujiyên piştî 2015’an xwe da jiyîn û ev bang kir: “Ji bo ku komkujiyên din ên wiha neyên jiyîn divê ji darizandina 10’ê cotmehê edalet derkeve.”   Danişîn bi beyanên malbatan berdewam dike.