Dîroka hilbijartina Başûrê Kurdistanê diyar bû 2024-06-26 15:52:51   NAVENDA NÛÇEYAN - Li Başûrê Kurdistanê dîroka hilbijartinên parlamentoyê yên ev 2 sal in tê taloqkirin dê di 20’ê cotmehê bên lidarxistin.   Li gorî plansaziyê diviya hilbijartin di payîza sala 2022’an de bihata kirin lê tim dihat taloqkirin. Herî dawî dîroka hilbijartinê bi zexta Bexdayê re weke 10’ê hezîranê hate diyarkirin. Di encamê ev yek jî pêk nehat.   Berdevkê Serokê demborî yê Herêma Kurdistanê Dilşad Şehab derbarê roja lidarxistina hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê de daxuyaniyek çapemeniyê da. Dilşad Şehab da zanîn ku serokê Herêma Kurdistanê Nêçîrvan Barzanî biryar da ku di 20’ê cotmeha 2024’an hilbijartina parlamentoya Herêma Kurdistanê dê were lidarxistin.   Di meha Sibatê de dadgehên Iraqê biryar da ku hejmara kursiyên li parlamentoya kurd, ji 111 daxîne 100’ê û kotaya ku ji bo Xiristiyan û Turkmenan hatiye danîn, ji holê rakir. Ev biryar bi xweşa PDK’ê neçû. PDK’ê ragihand ku ew ê hilbijartinan boykot dike û ev rewş bû sedeme bûyereke din a siyasî.   Rayedarên darazê bi biryareke nû 5 kursiyên di nava 100 parlamenteran de hatine cudakirin, îade kirin. PDK’ê jî biryara boykotê paş de vegerand û biryar da ku dê tevl î hilbijartinan bibe.   Yekîtiya Niştimanî ya Kurdistanê (YNK) gelek caran taloqkirina hilbijartinan rexne kir û nerazîbûna xwe nîşan dabû.