Tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê bang kirin 2024-06-26 14:36:33 ENQERE - Xizmên girtiyan tevî astengkirinan jî li pêşiya Wezareta Dadê çalakiya xwe li dar xistin û peyama “Heta Ocalan azad nebe tu kes azad nabe” dan.    Xizmên girtiyan duh bi Wezîrê Dadê Yilmaz Tunç re hevdîtin kirin. Xizmên girtiyan çalakiya xwe ya “Edaletê pêk bîne li gorî hiqûqê tevbigerin” vê hefteyê jî domandin. Xizmên girtiyan xwestin biçin pêşiya avahiya Wezareta Dadê. Lê belê ji hêla polîsan ve hatin astengkirin. Xizmên girtiyan û parlamenterên Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) Newroz Uysal Aslan û Perîhan Koca, li ser vê yekê çûn Deriyê A yê Wezareta Dadê. Polîsan nehiştin xizmên girtiyan ji wesayîtên xwe paya bibin û muameleyeke xerab kirin. Xizmên girtiyan jî bi tililî û dirûşman helwesta polîsan protesto kirin.    Her wiha polîsan nehiştin rojnameger jî dîmenan bikişînin û hinek rojnameger derb kirin. Polîsekî ji parlamenteran re got: “Tu wekîl nînî, tu ne wekîla minî.” Çalakiya xizmên girtiyan bi dirûşma “Zext nikarin me têk bibin” domiya. Tevî hemû êriş û astengkirinên polîsan jî xizmên girtiyan paşvegav neavêtin û il pêşiya Wezareta Dadê daxuyanî dan.    ‘EM Ê BIDOMÎNIN’   Parlamentera DEM Partiyê Newroz Uysal Aslan bi bîr xist ku li gelek girtîgehê bakurê Kurdistanê û Tirkiyeyê çalakiyên girtiyên siyasî didomin û ev tişt anî ziman: “Dayik jî dixwazin hem bi wezaretê re hevdîtinê bikin hem jî dengê xwe bidin bihîstin. Lewma ji her devera Tirkiyeyê tên ber deriyê Wezareta Dadê. Vê hefteyê dayikên ji Edeneyê hatin û me bi hev re daxuyanî da. Li dijî binpêkirinên li girtîgehan û tecrîda li Îmraliyê, xwestin li pêşiya wezaretê dengê xwe bidin bihîstin.”    ‘HETA OCALAN AZAD NEBE TU KES AZAD NABE’    Piştre jî ji xizmên girtiyan Şemse Bagdu axivî û got ku divê tecrîd bi dawî bibe. Bagdu, wiha domand: “Divê tecrîda li ser birêz Ocalan êdî bi dawî bibe. Heta ku Ocalan azad nebe tu kes nikare azad bibe. Nifteya aştiyê, li Îmraliyê ye. Heta ku ew ji Îmraliyê dernekeve dê aştî neyê vê xakê. Em xwişk-bira ne, êdî bes e. Em dayikên aştiyê ne. Dilê me dişewite. Bêguman em ê bangî wezîr û serokkomar bikin û daxwaza aştiyê bikin. Hûn leşkeran dişînin operasyonan û piştre jî cenazeyan nadin malbatên wan. Em naxwazin darbestên leşker, polîs û gerîlayan bên. Bila her kes destê xwe deyne ser wijdana xwe û vî şerî bide sekinandin. Zarokên me di girtîgehan de tî û birçî ne. Bila dengê min bigihije Wezîrê Dadê û Erdogan. Ciwanên dimirin zarokên Erdogan û Wezîrê Dadê nînin.”    Bi domdarî Bagdu anî ziman ku Abdullah Ocalan îradeya milyonan kesa ye û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Birêz Ocalan daxwaza aştiyê dike, daxwaza edaletê dike û dixwaze şerê li Rojhilata Navîn bi dawî bibe. Şerê li Rojhilata Navîn li ser dijminatiya kurdan tê pêşxistin. Îro li rexekî Amerîka û li rexa din Rûsya ketiye Rojhilata Navîn. Ne Tirkiye ne jî tu kesên din dengê xwe ji wan re dikin. Sedema ku em niha di vê rewşê de ew e ku li Ocalan nayê guhdarîkirin.”    ‘EM TECRÎDÊ ŞERMEZAR DIKIN’   Ji xizmên girtiyan Ayşe Elegaş jî da zanîn ku ji bo rakirina tecrîda li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatine pêşiya wezaretê û axaftina xwe wiha qedand: “Em ji bo rakirina tecrîda ku bandorê li tevahiya gelê kurd dike û ji bo rakirina tecrîda li girtîgehan hatine vê derê. Em tecrîda li ser Ocalan şermezar dikin. Zêdetirî 40 meh in em tu agahiyan jê nagirin. Em edalet û aramiyê dixwazin û naxwazin xwîn were rijandin. Em naxwazin tu kesek bimre. Zarokên me tiştek nekirine û vala vala di girtîgehan de tên ragirtin. Em polîtîkaya tecrîdê şermezar dikin.”