Li ser giliyê polîsê doz li Emîne Şenyaşar hate vekirin 2024-06-26 14:20:48   RIHA - Li ser giliyê polîsekê, bi îdiayên “heqaret” û “Li dijî polîsan li ber xwe daye” doz li Emîne Şenyaşar hate vekirin.    Di 14’ê hezîrana sala 2018’an de hevjîn û du kurên Emîne Şenyaşar ji hêla xizm û parastvanên Parlamenterê AKP’ê yê berê Îbrahîm Halîl Yildiz ve hatin qetilkirin. Têkoşîna edaletê ya Emîne Şenyaşar û kurê wê Parlamenterê Partiya  Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) yê Rihayê Ferît Şenyaşar ku di êrişê de bi birîndarî rizgar bûbû didome. Şenyaşar, bi daxwaza edaletê di 9’ê adara 2021’ê de li pêşiya Edliyeya Rihayê dest bi çalakiya “Nobeta Edaletê” kiribû û piştre ev çalakî veguhest Enqereyê. Di vê pêvajoyê de derheqê Emîne Şenyaşar de gelek doz û lêpirsîn hatin vekirin.     Di çalakiya Nobeta Edaletê ya di 7’ê cotmeha 2022’yan a li pêşiya Edliyeya Rihayê de malbata Şenyaşar pankarta “Ji bo malbata Şenyaşar edalet, ji bo her kesî edalet” daliqandibû. Polîsan pankart anîn xwarê û malbatê jî bertek nîşan da. Ji ber vê bertekê doz hate vekirin.    Dema polîsan pankart jê dikir, Ferît Şenyaşar bertek nîşan dabû û hatibû derbkirin. Emîne Şenyaşar jî bertek nîşanî polîsên kurê wê derb kirin dabû.    Piştî bûyerê, Ferît Şenyaşar derheqê polîsan de bi sedemên “Bi awayekî derqanûnî talîmat hatine dayîn”, “Peywira xwe ya cemaweriyê xerab bi kar anîne”, “Birîndarkirina bi zanebûn” û “Gefxwarinê” li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê serlêdana sûc kiribû.    Polîsa bi navê Melîke Ayyildiz jî derheqê Emîne Şenyaşar de bi îdiayên “Heqaret” û “Ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye” li Serdozgeriya Komarê ya Rihayê serlêdana sûc kiribû.    Ji bo serlêdana Ferît Şenyaşar heta niha jî tu gav nehatine avêtin lê belê ji ber serlêdana polîsê, derheqê Emîne Şenyaşar de lêpirsîn hate destpêkirin û ev lêpirsîn temam bû.    Dozgerî derheqê Emîne Şenyaşar de îdianame amade kir. Di îdianameyê de dîmenên polîsan kişandine weke delîl li dosyayê hatin bicihkirin. Di îdianameyê de her wiha rapora derheqê polîs Melîke Ayyildiz de ku dibêje “Destê wê hindik meriçî ye” jî cih girt.    Di îdianameyê de ji ber îdiaya “Ji bo peywirê nede kirin li ber xwe daye” ji 6 mehan heta 3 salan ceza hate xwestin, ji ber îdiaya “heqaretê” jî ji 3 mehan heta 2 salan cezayê hefsê hate xwestin.    Îdianame ji hêla 5’emîn Dadgeha Cezayên Giştî ya Rihayê ve hate qebûlkirin. Danişîna ewil a dozê dê di 5’ê mijdarê de bê lidarxistin.