Doza Komkujiya Garê: Hevkara komkujiyê AKP ye 2024-06-26 14:14:44   ENQERE - Malbatên ku di danişîna biryarê ya doza Komkujiya Garê de mafên axaftinê wergirtin, xwestin ku hemû berpirsyar bên darizandin. Hevserokê Giştî yê HDP’ê Cahît Kirkazak wiha got: “DAIŞ’ê ev komkujî bi tena serê xwe nekir, hevkarê wê heye, ew jî AKP ye.”   DAIŞ’ê di 10’ê cotmeha 2015’an de bi bombeyan êrişî mitînga aştiyê ya li Qada Gara Trenê ya Enqereyê kir. Di êrişê de 103 kes hatin qetilkirin û 20 jê zarok bi giştî 391 kes jî birîndar bûn. Danişîna biryarê ya dozê îro li 4’emîn Dadgeha Cezayê Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Ji bilî malbatên kesên ku di komkujiyê de jiyana xwe ji dest dane, malbatên kesên di Komkujiya Pirsûsê de jiyana xwe ji dest dan, Konfederasyona Sendîkayên Kedkarên Cemaweriyê (KESK), Yekitiya Odeyên Avahîsaz û Endezyaran a Tirk (TMMOB), Yekitiya Bijîjkan a Tirk (TTB), Komeleya 10’ê Cotmehê, Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî), Partiya Gel a Komarê (CHP), Partiya Kedê (EMEP), Partiya Çep, Malêngel (Halkevleri) û nûnerên rêxistinên girseyî yên demokratîk tev li danişînê bûn.    ‘LI DIJÎ MIROVAHIYÊ SÛC HATE KIRIN’    Danişîn, piştî navbera hate dayîn berdewam kir. Hevserokê Komeleya 10’ê Cotmehê Îhsan Kocabiyik wiha got: “9 sal in tu daxwazên me nehatin qebûl kirin. Hatin bi organizasyona bombeya zindî komkujî kirin. Ji bo ku em mirov bûn hatin qetilkirin. We qet mereq nekir ka siyasetmedaran çi got? Tiştên ku dizanin û vedişêrin hûn çawa nizanin. Herkes neçare ku tiştê dizane bibêje. Em dibêjin edalet. Li dijî mirovahiyê sûc hatiye kirin.”   Dayika parêzer Ûygar Coşgûn a hate qetilkirin Nûray Coşgûn wiha got: “Neviyê min dê heta mirinê nikare bavê xwe bibîne. Êşa bavê wî di dilê wî de ye. Ez dixwazim carekê lawê xwe hemêz bikim. Em 9 sal in najîn. Em ji edaletê wêdetir tiştekî naxwazin.”   Dayika Guney Dogan, Derman Dogan jî wiha got: “Tenê daxwaza aştiyê kirin. Xwestin mirov bi hev re bijîn. Min zarokê xwe nezewicand, nevî nedîtin. 9 sal in heman êşê dikişînim.”   DAXWAZA MALBATAN    Dayika Korkmaz Tedîk, Zohre Tedîk jî wiha got: “Ji bo ku ne polîs ne leşker nemirin ji bo daxwaza aştiyê hatin vir. Zarokên ku tu sûcê wan nîne hatin qetilkirin. 19 bersûcên fîrarî hene. Tevî ku hûn cihê wan dizanin jî nagirin. Piştî bombeya zindî, bombeyên gazê barandin. Zarokê min ji bo ku bêbêhn ma mir. We qet nedît? Qet wijdana we nîne? Kezeba me dişewite. Em 9 sal in edaletê dixwazin. Di 5 danişînên dawî de ye hûn dibêjin kujerê li dijî mirovahiyê sûc kiriye, ‘sûc nekiriye’. Rojekê dor dê were; wê demê em ê kujeran û kesên rê dane bidarizînin. Rayagiştî ya Tirkiyeyê dê hesabê bipirse.”   Dayika Başak Sîdar Çelîk, Hatîce Çelîk jî wiha got: “Komkujiyeke ku li ber çavan hatiye kirine. Em dixwazin ji bo edaletê tişta ji destê we bê bikin. Em hêj nikarin bi rihetî rakevin. Tiştên qewimîn weke duh in. Ev kursiyên bersûcan dibe ku tejî bûna. Daxwaza me ew e ku peywîrdarên cemaweriyê bên darizandin û kujer bên dîtin.”   ‘HETA KU EM NEBÊJIN XELAS, XELAS NABE’    Hevserokê Giştî yê EMEP’ê Seyît Aslan ê weke beşdarvan tev li danişînê bû jî wiha got: “Qesrên edaletê yên mezin tên çêkirin lê di nava wan de edalet tune ye. Li vir dadgehek heye. Ne pêkane ku em bêjin dadgeh e. Serokwezîr, Serokkomar, wezîr, midûriyeta polîsan… herkes berpirsyar e. Heta ku ew neyên darizandin ne pêkan e ku daxwaza edaletê pêk were. Heke em bixwazin di nava aştiyê de bijîn divê tiştên berê qewimîn hemû bên ronîkirin û sûcdar bên darizandin. Heta ku em nebêjin xelas ev doz xelas nabe. Em ê pirsînê hesabê bidomînin.”   ‘DAIŞ’Ê EV KOMKUJÎ BI TENA SERÊ XWE NEKIR’    Hevserokê Giştî yê Partiya Demokratîk a Gelan (HDP) Cahît Kirkazak jî wiha axivî: “Divê hûn bizanin ku ev doz doza êrişa li dijî aştiyê ye. Kesên ev komkujî pêk anîn DAIŞ e lê DAIŞ bi tena serê xwe bû, divê mirov li wê binêre. DAIŞ’ê ev komkujî bi tena serê xwe nekir. Beriya 2 danişînan yek ji wan kujeran Yakûp Şahîn beriya bûyerê 3 rojan hatiye şopandin. Dema mirov li van dinêre dibîne ku DAIŞ’ê ev komkujî bi tena serê xwe nekiriye. Hevkarê wê heye, ew jî AKP ye.”   ‘BERPIRSYARÊN ESASÎ NAYÊN DARIZANDIN’    Seroka Giştî ya Malêngel Nebiye Mertturk jî ev tişt gotin: “Heta ku berpirsyarên esasî neyên darizandin ji aliyê me ve ne pêkan e ku ev doz were girtin. Dema me xwest hevalên xwe bi bîr bînin, êrişî me kirin, me nekarî şîna wan bigirin. Weke ku ev têre nekin derbarê me de dozên nû vekirin. Ji xwe vê darazê vê dewletê gelek caran aliyê xwe diyar kir. Me tu hevalên xwe yên hatin qetilkirin ji bîr nekirin û ji bo hesabê bipirsin li vir in. Baweriya me bi daraza desthilatê nîne.”   ’27 ENDAMÊN KESK’Ê JIYANA XWE JI DEST DAN   Hevseroka Giştî ya KESK’ê Ayfer Koçak jî wiha got: “Wê rojê 27 endamên me yên KESK’ê jiyana xwe ji dest dan. Heke li wir ewlehî nehatibe girtin ji bo ku nexwestine were girtin e. Em ji cihê ku hêvî lê winda bûye bang dikin; em dixwazin hêvî dîsa şîn bibe. Em ê heta dawiyê di nava têkoşîna aştiyê de bin.”   Danişîn didome.