Bû 4 roj ji Afşîn a 15 salî agahî nayên girtin 2024-06-26 13:25:46   WAN - Zaroka 15 salî Fatma Nûr Afşîn li Wanê winda bû û ji 23’yê hezîranê ve tu agahî jê nayên girtin.    Zaroka bi navê Fatma Nûr Afşîn a 15 salî di 23’yê hezîranê de li navçeya Artemêtan a Wanê winda bû. Ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin. Li gorî agahiyên hatine bidestxistin; Afşînê saet derdora 15.00’an birayê xwe bir parkê û piştî birayê xwe danî malê dîsa derket derve. Afşîn herî dawî bi jinekê re hate dîtin û ji wê rojê ve tu agahî jê nayên girtin.    Malbata Afşîn ji bo dîtina keça xwe serî li Midûriyeta Emniyetê ya Navçeyê da.