Artêşa tirk û komên paramîlîter li Efrînê 6 kes revandin 2024-06-26 13:24:42   NAVENDA NÛÇEYAN -  Artêşa tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê li Efrînê 6 welatî revandin.    Binpêkirinên dewleta tirk û komên paramîlîter ên girêdayî wê yên li Efrînê bênavber didomin. Li gorî nûçeya Ajansa Nûçeyan a Hawarê (ANHA), Rêxistina Mafên Mirovan a Efrîn-Sûriyeyê ragihand ku koma paramîlîter a bi navê “Polîsên Leşkerî” duh bi ser malên gundê Dêwa Jorîn ê Cindirêsê ya Efrînê de girt û tevî keyayê gund 3 welatî revandin.    Rêxistinê da zanîn ku pişî malbata Elî Hesen (40) ku keyayê gund e fîdye dayî koma paramîlîter, Hesen hatiye berdan. Hat ragihandin ku ji welatiyên bi navên Hisên Hesen Hemûd (35), Mihemed Hesen Hemûd (38) û Mihemed Cûma Soro (40) jî tu agahî nayên girtin.    Li gorî daxuyaniya rêxistinê; şêniyên gund ji artêşa tirk a li Cindirêsê xwestiye ku kesên malên wan ji 2018’an ve desteser kirine ji gund bên derxistin. Lê li şûna ku bersivê bidin daxwazên şêniyên resen, îstixbaratê her 4 şênî revandine.   Çavkaniyên xwecihî jî ragihandin ku komên paramîlîter ên bi navê “Polîsên Sivîl” ên girêdayî dewleta tirk, şêniyê bi navê Yehya Taha Berakat (37) û zarokê bi navê Edhem Derwîş Elûş (15) ên ji Cindirêsê li Efrînê revandine.   Hêjayî bibîrxistinê ye ku îstixbarata dewleta tirk û koma wê ya paramîlîter a bi navê Polîsên Sivîl, di 22’yê hezîranê de şêniyê bi navê Nêçîrvan Mistefa Elî (37) yê ji Mabetayê û di 13’ê hezîranê de jî welatiyê bi navê Ednan Namî (26) yê ji gundê Eyn Hecerê Mezin revandibûn.