Di 12’ê Îlonê de îşkence dît: Îro jî tiştek neguheriye 2024-06-26 13:24:00   ÎZMÎR - Îbrahîm Sertçelîk ê di salên 1980’ê de îşkenceyên giran lê hatine kirin û dest ji têkoşînê bernedaye destnîşan kir ku tecrîd jî şêweyekî îşkenceyê ye û wiha got: “Îşkence sûcê li dijî mirovahiyê ye û divê demildest dest ji vê yekê were berdan.”    Sepanên îşkenceyê yên desthilatên siyasî û hêzên serdest di tevahiya cîhanê de dom dikin. Desthilat bi tundiyê hewl didin polîtîkayên xwe li civakê bidin qebûlkirin. Neteweyên Yekbûyî jî ji bo di vê mijarê de hesiyarî were avakirin “26’ê Hezîranê Roja Piştevaniyê ya li Dijî îşkenceyê ya Navneteweyî” qebûl qebûl kir. Dewlet şêwazên xwe yên îşkenceyên fizîkî û derûnî ji bo çewisandin, bêzarkirin û cezakirinê muxalîfan bi kar tînin. Li Tirkiye û Kurdistanê jî bi salan e îşkenceyên giran tên sepandin, mirin, berastengdarbûn û têkçûnên derûnî ji ber van îşkenceyan tên jiyîn.     Piştî Darbeya 12’ê Îlonê li gorî agahiyên bi dest ketine 650 hezar welatî hatin binçavkirin, ji van 230 hezarê wan di dadgehan de hatin darizandin, di encama îşkenceyên di girtîgehan de 300 welatî jiyana xwe ji dest dan. Di 12’ê Îlonê de ne tenê di girtîgehan de li kolan, tax û kargehan û derveyî qadên fermî yên binçavkirinê jî sepanên îşkenceyê li welatiyên hate sepandin.    Rêveberê Partiya Wekhevî û Demokrasiyê ya Gelan (DEM Partî) ê Îzmîrê Îbrahîm Sertçelîk (64) di Darbeya 12’ê Îlona 1980’an de hate girtin û îşkence dît. Sertçelîk ji duh ber bi îro ve derbarê guherîna şêwazên îşkenceyê de axivî.    ÎŞKENCE DIDE CEMIDANDIN   Sertçelîk diyar kir ku ew di sala 1981’an de gelek caran hatiye binçavkirin, girtin û di Girtîgeha Leşkerî ya Şîrînyer a Îzmîrê û Girtîgeha Meletiyê de hatiye ragirtin. Sertçelîk da zanîn ku ew ji hêla polîsên ku ji wan re gotine ew li Îngîlîstanê perwerdeya taybet dîtine, îşkenceyê dîtiye û da zanîn ku ew ji ber van îşkenceyan gelek nexweşî, berastengî û pirsgirêkên tenduristiyê dîtiye û wiha got: “Îşkenceya herî mezin a dewletê feleqe bû. Hêj jî dema ew îşkence tê bîra min ez dicemidim. Piştî demekê feleqe ji piyên me derdike û li mejiyê me dixist. Ceyra, lêdan, gef... Gelek îşkenceyan li min kirin. Ev îşkence ji bo ji holê rakirina şoreşger û muxalîfan bûn. îşkenceyên sîstematîk ên ku dewletan dikirin hebûn.”    ‘MÎMÎKÊN RÛ JÎ ÎŞKENCEYÊ TÎNIN BÎRÊ’   Sertçelîk da zanîn ku ew ji ber bandora fîzîkî ya îşkenceyê hatiye dermankirin û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Min xwest wek derûnî jî bêm dermankirin ji ber tim li ser mala min de dihat girtin û lewma dema dengên pey hev dihatin min xewa min nedihat. Di jiyana sivîl de jî bandora van îşkenceyan çêdibû. Mînak min nedikarî ji pêşiya wesayîtên spî derbas bibim. Dema ku min di wesayîtekî sekinî de kesekî didît ez aciz dibûm. Mirûzên ruyê îşkencekaran hêj jî li ber çavên min in. Hevalên ku bi heman mîmîkên rû nîşanî min didin, îşkencekaran dihatin bîra min. Min nedikarî li rûyên wan binêrim.”    ‘EM Ê TÊKOBIKOŞIN Û BIGUHERÎNIN’   Sertçelîk bi bîr xist ku zext li tevahiya malbata wî tên kirin û axaftina xwe wiha domand: “Her carê dema bi ser mala me de digirtin, bavê min digirtin. Piştre li deriyê min dixistin. Tevahiya taxê dorpêç dikirin. Ev di heman demê de şêweyekî deşîfrekirinê ye jî. Malbata min rastî cihêkariyê dihat. Di wê demê de malbat jiyana xwe ji dûrî civakê didomandin. Bavê min mirovekî oldar bû. Dema ku di mizgeftê de digotin ‘terorîstan’ ew digirt ser xwe. Jixwe neçar mabû ku mizgeftê biguherînê. Îşkenceya di asta mirinê de, zext, zordarî... Xwestin gel bi vî awayî biçewisînin. Min got ‘Belê ez wisa me û dê wisa jiyana xwe bidomînim’ û min jiyana xwe domand. Min got ‘Em ê têbikoşin û dê biguherînin. Ev yek wiha naçe’.”    Sertçelîk anî ziman ku piştî ji girtîgehê derket têkoşîna xwe domand û got: “Tişta em dikin tu caran nebû sedemê ku serê me bitewe. Em ji bo pêşketina civakê û azadiya gelan têkoşiyan. Me ji bo vê gelek hevalên xwe winda kirin, bedel dan. Yekane armanca me hebû ew jî ew bû ku civak azadtir bijî. Dê ji niha şun de jî wiha be. Ji bo azadiya ked û gelan divê em li vî welatî têbikoşin. Me ji bo vê gelek hevalên xwe winda kirin, bedel dan. Yekane armanca me hebû ew jî azadbûna civakê bû. Dê ji niha şunde jî wisa be. Ji bo azadiya kedê û gelan divê em li vî welatî têbikoşin. Civak bi hesanî nayên guhertin, maf jî bi hesanî nayên bidestxistin. Ez jî dê heta dawiyê, heta ku jiyana me bi wate bibe, ez ê di nava têkoşîna ked û demokrasiyê de bim.”   ‘TECRÎD RÊBAZEKE ÎŞKENCEYÊ YE’    Sertçelîk, diyar kir ku îşkenceya îro jî hatiye guhertin û destnîşan kir ku tecrîda girankirî ya li ser Rêberê PKK’ê Abdullah Ocalan hatiye ferzkirin, di heman demê de şêweyeke rêbaza îşkenceyê ye. Sertçelîk, da zanîn ku bitenê mayîna li girtîgehê rêbazeke îşkenceyê ye û wiha got: “Mafên xwe yên herî xwezayî bikarnaînin. Mafê wî yê hevdîtinê yê bi der ve re ji dest tê girtin, têkiliya wî bi paşerojê re tê qûtkirin. Tecrîd bi astengkirina mafên demokratîk ên xwezayî dest pê kir. Mirov ji bo ku ji fikra wan tên tirsîn tên tecrîdkirin.    Sertçelîk axaftina xwe bi van gotinan bi dawî kir: “Îşkence sûcê mirovahiyê ye û divê demildest dest ji vî sûcî bê berdan.”