Di doza Komkujiya Garê de roja biryarê: Parêzeran cibeyên xwe derxistin 2024-06-26 12:32:45   ENQERE - Di danişîna biryarê ya doza Komkujiya 10’ê Cotmehê ya Garê de parêzeran cibeyên xwe derxistin. Malbatan, daxwaza edaletê kirin.    DAIŞ’ê di 10’ê cotmeha 2015’an de bi bombeyan êrişî mitînga aştiyê ya li Qada Gara Trenê ya Enqereyê kir. Di êrişê de 103 kes hatin qetilkirin û 20 jê zarok bi giştî 391 kes jî birîndar bûn. Danişîna biryarê ya dozê îro tê lidarxistin.    Doz, li 4’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Enqereyê tê lidarxistin. Di dozê de 26 bersûc hene û dê derheqê 10’an de biryar were dayîn. 16 endamên DAIŞ’ê ku weke faîlên êrişê tên zanîn, firarî ne. Di heman demê de destûr nehate dayîn ku derheqê peywirdarên cemaweriyê yên tê îdiakirin îhmala wan tê de heye, lêpirsîn were destpêkirin.     Malbatan beriya danişînê li pêşiya avahiya edliyeyê daxuyanî dan. Endamên Komeleya 10’ê Cotmehê, malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn, nûnerên rêxistinên civaka sivîl, siyasetmedar û gelek welatî tev li daxuyaniyê bûn.    DAXWAZA TBB'Ê YA TEVLIBÛNÊ HATE QEBÛLKIRIN    Serokê Yekitiya Baroyên Tirkiyeyê (TBB) Erdînç Sagkan di danişînê de axivî û got: “Mezintirîn komkujiya li Tirkiyeyê hatiye kirin e. Em dixwazin baroya me tev li dozê bibe.” Dadgehê ev daxwaz qebûl kir.    Parêzer Îlke Işik, jî wiha got: “Em îro di rûniştina 25’emîn de ne. Di sala 2019’an de îdianameya sûcê li dijî mirovahiyê hate amadekirin û dadgeha we qebûl kir. Hûn şandeya sêyemîn a vê dosyayê ne. Me di her danişînê de daxwaznameyên xwe yên hatine dayîn vegotin. Me di serdema we de 35 daxwaz kirin lê tenê 6 hatin qebûlkirin. We tevahiya biryarên xwe li ser redkirinê dan. Gotina sûcê li dijî mirovahiyê çima ewqas zor tê? Daraza Tirkiyeyê çima li dijî vê ewqas li ber xwe dide. DAIŞ’ê tenê li Tirkiyeyê komkujî nekir; li dijî êzidiyan, kurdan komkujî kir. Derheqê yek peywirdarê cemaweriyê de lêpirsîn nehat vekirin. Anku hûn dibêjin, tu sûcê peywirdarên cemaweriyê di vê komkujiya li naverasta Enqereyê hatiye kirin de nîne.”    'EZ EDALETÊ DIXWAZIM’   Parêzeran piştre jî li çepikan xistin, cibeyên xwe danîn û çûn cem malbatan. Li eywana danişînê dirûşma “Em edaletê dixwazin” hate berzkirin. Piştre jî malbatên kesên jiyana xwe ji dest dayîn mafê axaftinê xwstin. Yekî got: “Birêz serok, min kurê xwe winda kir. Ez edaletê dixwazim, ez ji we edaletê dixwazim. Ez dixwazim hûn rêzê ji bo wê nivîsa li pişt we hatiye nivîsandin bigirin.”    Li eywana danişînê hoparlor tune bûn lewma malbatan bertek nîşan dan. Serokê dadgehê got; “Hoparlor tune ye.” Li ser vê yekê parêzer Mehtap Coşkun wiha got: “Heta ku em mafê xwe yê axaftinê bi kar neyînin, hûn nikarin biryarê bidin. Ev yek derî hiqûqê ye. Heta ku hûn hoparloran tînin em ê bisekinin.”    Parêzer Mûrat Yilmaz jî wiha bertek nîşan da: “Heke hûn nekarin vê pirsgirêkê çareser bikin, wê demê wî cibeyî derxînin.”