Dr. Ekîncî: Heke beşên şewitînê hebûna ewqas kes nedimirin 2024-06-26 11:56:14 MÊRDÎN - Serokê Odeya Bişîşkên Mêrdînê Şehmûs Ekîncî anî ziman ku ji ber beşên şewatînê  li Mêrdînê tunebûn, birîndar li 3 nexweşxaneyan hatin gerandin û wiha got: “Heke beşên şewatinê hebana dê hejmara miriyan nebûya 15, dibe ku bibûna 10 kes. Şewata di 20’ê hezîranê li navçeya Çinara Amedê û Şemrexe Mêrdinê derketiye de 15 welatî jiyana xwe ji dest dan û dehan kes jî birîndar bûn. Li gel îfadeyên şahidan, odeyên pîşeyî û pêşrapora Serdozgeriya Komarê ya Çinarê diyar kirin ku şewat ji xetên ceyranê ya Belavkariya Ceyranê ya Dîcle A.Ş.’ê (DEDAŞ)  derketiye. Ji ber herêma şewatê ji bo xebatên vemirîna şewatê guncav nebûn û bagera derktibû jî mudaxileyê zehmet kir. Rayedaran jî gotin ku ji ber helîkoptera şêv dibîne nîn e. Ji ber vê hincetê ji hewayê jî mudaxile nehate kirin.    Odeya Bijîşkan jî têkildarî mijarê raporek amade kir û bal kişand ser rewşa nexweşxaneyên li bajar. Derket holê ku piştî lêkolînê li Nexweşxaneya Perwerde û Lêkolînê ya Mêrdînê û Nexweşxaneya Fakulteya Tipê de beşên şewitînê nîn in. Di raporê de hat gotin ku ji ber beşên şewitînê di van nexweşxaneyan de nîn in birîndarên ji şewatê anîne nexweşxaneyan bi saetan nehatine dermankrin. Di raporê de hat gotin ku welatî bi derfetên xwe birîndarên xwe birin Nexweşxaneya Dewletê ya li Navçeyê, ji wir birine Nexweşaxaneya Perwerde û Lêkolînê û piştre birin Nexweşxaneyên Amed û Rihayê yên beşa wan a şewitînê hene.     Serokê Odeya Bijîşkan a Merdînê Şehmûs Ekîncî têkildarî mijarê ji ajansa me re axivî.     ‘DAXUYANIYÊN FERMÎ BI RASTIYAN RE LI HEV NAYÊN’   Ekîncî diyar kir ku piştî ew ji şewatê haydar bûne bi endamên Sendîkaya Kedkarên Xizmetên Tenduristî û Civakî re ketine liv û tevgerê, çûne nexweşxaneyên li Mêrdînê û çavdêrî kirine bê ka kêmanî û personel heye yan na. Ekîncî da zanîn ku ji ber mezinahiya bûyerê personel ber bi nexweşxaneyan ve herikîne û wan derbarê rewşê de xebatên tespîtkirina rewşê dane meşandin.    Ekîncî anî ziman ku di şewatê de ewilî 4 kesan jiyana xwe ji dest dan û 10 kes birîndar bûbû û bilêv kir ku rewşa hinek birîndaran jî sivik bû. Ekîncî derbarê rewşê de wiha axivî: “Em piştre ketin taxên Kelekê, Tobînî û Herberêyê û me lêkolîn kirin. Saziyên fermî û walitî diyar kirin ku şewat ji pirêzeyan derketiye. Me bi gotinên şahidan diyar kir ku şewat ji xetên ceyranê derketiye. Lêkolînên me di tevahiya rojê de dom kirin û roja şûndatir em cardin çûn li herêmê. Piştî lêkolînanan, me pêşropara xwe made kir û diyar kir ku rapor bi agahiyên saziyên fermî re li hev nayên. Saziyên fermî hejmara miriyan wek 4 ragihand lê belê me dizanî ku hejmar derketiye 8’an. Xebatên me yên lêkolînê dê dom bikin Em ê derbarê pişrsgirêkên tenduristî, aborî û derûnî yên li herêmê jî raporekî parve bikin.    ‘BIRÎNDAR LI 3 NEXWEŞXANEYAN HATIN GERANDIN’   Ekîncî bi bîr xist ku nifûsa Mêrdînê nêzî mîlyonekî ye û di nexweşxaneyên li bajar de beşa şewatê nîn in û wiha dirêjî da axaftina xwe: “Li herêma me de tenê li Riha û Amedê de beşên şewitînê hene. Piştî şewatê heya ku ambûlans çûne herêmê, welatî bi derfetên xwe birîndaran gihandin nexweşxaneyan. Ji ber nexweşxaneya li Şemrexê biçûk bû birîndar sewqî nexweşxaneyên li Qoser û Mêrdînê hatin kirin. Ankû cihê birîndaran 3 caran hate guherandin. Asta şewitînê ya 3’yemîn ji bo birîndaran gelek girîng e. Divê demildest mudaxile were kirin. 3 cihan guherîn ji bo van nexweşan bû windakirina demekî dirêj.”     ‘BEŞ HEBANA MIRIN ZÊDE NEDIBÛN’    Heke beşa şewitînê li Mêrdînê heba dê hejmara miriyan neba 15,  dibe ku biba 10. Windakirina dema di navberê de bû sedema mirina gelek mirovan. Ji ber ji 6-7 bajaran birîdarên şewitîne sewqî nexweşxanyên li Amed û Rihayê tên kirin, gelek dem derbas dibe. Carna jî hinek nexweşên me ji Elezîz, Dîlok û Edeneyê re jî têne şandin.     Ekîncî da zanîn ku avakirina beşa şewitînê zehmet nîn e û wiha pê de çû: “Ji ber mesrefên vê beşê hinekî zêde ne ev beş nayê vekirin lê belê ev yek ji bo dewletê ne tiştek e. Ji ber muameleya gelê çîna duyem li vî gelî tê kirin, ev beş nayê vekirin. Berê rewşa aborî baş bû, ev beş nedihat vekirin niha jî krîz aborî heye qet venakin. Vekirina vê beşê ya li herêmê ferz e û divê demildest were vekirin.”    Ahmet Kanbal - Omer Akin