Di doza GOÇÎZDER’ê de cara duyemîn rapora MASAK’ê hat xwestin 2024-06-26 11:28:57   STENBOL - Di danişîna doza GOÇÎZDER’ê de rapora MASAK’ê ya têkildarî weşan û materyalan nehat pêşkeşkirin lewma danişîn hate taloqkirin.    Danişîna 4’emîn a doza Komeleya Şopandina Koçberiyê (GOÇÎZDER) li 15’emîn 15’emîn Dadgeha Hiqûqa Giştî ya Edliyeya Bakirkoyê hat lidarxistin. Endam û rêveberên komeleyê ji ber xebatên komeleyê tên darizandin. Hinek rêveberên komeleyê û parêzer tev li bûn.    Dadgehê di danişîna din de ji Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê re muzekkere nivîsandibû û xwestibû ku tevahiya weşan û materyalên li gorî girteka MASAK’ê hatine amadekirin bên şandin. Lê Serdozgeriya Komarê ya Bakirkoyê bersiv neda muzekkereyê.    DANIŞÎN HATE TALOQKIRIN   Dadgehê biryar da ku ji 26’emîn Dadgeha Cezayên Giran a Edliyeya Stenbolê re muzekkere were nivîsandin ku endam û rêveberên komeleyê bi îdiaya “endamtiya rêxistinê” dihatin darizandin û beraet kiribûn. Dadgehê daxwaza şandina weşan û materyalên di rapora MASAK’ê de cih girtin kir. danişîn taloqî 11’ê cotmehê hate kirin.