Mirina biguman bi gotina ‘psîkolojiya wî xerab e’ veşartin 2024-06-26 10:54:34   ÎZMÎR - Okan Ozgul li Girtîgeha Bogazliyanê hate sewqkirin û hat îdiakirin di qawîşa 22 kes lê diman de xwe bi darve kiriye. Di lêpirsîna Ozgun de ji 30 gardiyan û girtiyan tenê li 5 kesan hate guhdarîkirin û dosya hate girtin. Malbata Ozgul dibêje ku kurê wan ji ber nasnameya xwe ya kurdbûn û elewîtiyê hedef hatiye girtin.    Okan Ozgul ê 31 salî li Girtîgeha Tîpa T a Bogazliyan a Yozgatê dihat ragirtin û di 2’yê adarê de li qawîşa A-2’yê bi awayekî guman jiyana xwe ji dest da. Rêveberiya girtîgehê îdia kir ku Ozgul xwe bi darve kiriye. Cenazeyê Ozgul di 4’ê adarê de li Goristana Alîagayê hate definkirin. Malbatê xwe amade dikir ku biçe hevdîtina zarokê xwe lê di heman rojê de cenazeyê wî hat. Malbat bawer nake ku zarokê wan întîhar kiribe. Li gorî malbatê, di mirina zarokê wan de îhmal heye.    MIRINA BIGUMAN A 2 MEH PIŞTÎ SEWQKIRINÊ    Ozgul, ji navçeya Mazgêrt a Dêrsimê ye. Di sala 2021’ê de bi hinceta “Tiryak pê re hebû û bi kar aniye” hate binçavkirin û piştre hate berdan. Derheqê Ozgul de doz hate vekirin û salek û 8 meh cezayê hefsê lê hate birîn. Piştî erêkirina cezayî, Ozgul di 25’ê cotmeha 2023’yan de hate girtin û birin Girtîgeha Tîpa R a Menemenê. Bi hinceta “Di qawîşê de cih tune ye”, di 5’ê çileyê de sewqî Girtîgeha tîpa T a Bogazliyanê hate kirin.    Ozgul, 2 meh piştî sewqî Girtîgeha Tîpa T a Bogazliyanê hate kirin, di sibeha 2’yê adarê saet di 06.45’ê de bi şifşeyên derenceyên qawîşa lê dima de bi awayekî daliqandî hate dîtin. Rêveberiya girtîgehê têkildarî mirina biguman girteka tespîtê ya dîmenên qeydkirî yên kamerayê amade kir. Di girtekê de têkildarî mudaxileya piştî girtiyên li qawîşa A/2’yê li butona panîkê xistî hate vegotin.    JI 30 KESAN ÎFADEYÊN 5’AN HATIN GIRTIN   Serdozgeriya Komarê ya Bogazliyanê têkildarî bûyerê lêpirsîn da destpêkirin. Di çarçoveya lêpirsînê de ji qawîşa A/2’yê ku 22 girtî lê dihatin ragirtin îfadeyan 2 kesan, ji 8 gardiyanên di kêliya ewil de çûn cihê bûyerê îfadeyên 3’yan hatin girtin. Balkêş e ku îfade, 24 roj (di 26’ê adarê de) piştî bûyerê hatin girtin. Girtî û gardiyanan îdia kirin ku psîkolojiya Ozgul xerab bû lewma întîhar kiriye.    ÎFADEYÊN GIRTÎ Û GARDIYANAN   Ji girtiyan L.S. di îfadeya xwe de wiha got: “Di roja bûyerê saet derdora 04.00’ê de ji bo nimêjê hişyar bûm. Okan Ozgul yek ji wan girtiyan bû ku li erdê radiza. Dê min nimêj li rex cihê wî bikira. Dema min nimêj dikir, Okan ji nişkan ve got ‘bismillah, bismillah’ û piştre dîsa raza. Di vê navberê de nehatibû ser hişê xwe. Hêj di xew de bû. Min jî nimêja xwe kir û li ser wî Qur’an xwend. Okan piştre qet hişyar nebû. Saet derdora 06.00’ê ez ji bo nimêja serê sibehê hişyar bûm û min dît ku Okan xwe daliqandiye. Dema ez hişyar bûyîm her kes razayî bû. Ji bo destnimêjê çûm qata xwarê. Li jêr tu kes tune bû. Min dît ku Okan xwe bi şeltên cihên xwe, xwe bi tirabzayên derenceyan ve daliqandiye. Min pê li butona panîkê kir û agahî da memûran. Min Okan berê nas nedikir. Di demên dawî de rewşa wî baş nebû û psîkolojiya wî xerab bû. Me kir ku bi malbata xwe re ser telefonê biaxive. Nizanim ka çi axivîne. Lê ez dizanim ku ji bo tedawiya psîkolojîk bi bijîşkê xwe re hevdîtin dikir. Li gorî min di mirina Okan Ozgul de gumanek tune ye. Dibe ku ji ber sedemên psîkolojîk wiha kiribe.”    Girtî K.C. jî wiha got: “Okan 2 meh berê ji Îzmîrê anîn vê derê. Digot zarokê wî li Nevşehîrê ye, wî û hevjîna xwe hevberdane û zarokê wî nîşanî wî nade. Digot ku malbata wî bi vê rewşê re eleqedar nabe. Hefteyek beriya wefata wî me li ser telefonê bi malbata wî re da axaftin. Ez ji Kayseriyê me lewma min got heke navnîşanê hîn bibe ez ê jê re bibim alîkar. Hefteyek beriya wefata xwe, dev ji xwarinê berdabû. Me bi zorê xwarin pê dida xwarin. Min dizaniya psîkolojiya wî xerab e lewma min kiribû ku biçe psîkolog. Min bi revîrê re hevdîtinên pêwîst kiribûn. Dizanim ku Okan bi bijîşk re hevdîtin kiribû. Di roja bûyerê de Levent Okan dît, bangî me kir û wisa ji rewşê haydar bûm. Min got belkî bijî lewma min ji wir vekir û danî erdê. Levent jî pê li butonê kir. Lê belê dema em hatin Okan jiyana xwe ji dest dabû. Tiştekî ku me bikariya bikin nema bû.”    GARDIYANAN JÎ HEMAN ÎDIA KIRIN   Ji gardiyanan D.U.A. di îfadeya xwe de got ku piştî agahî ji wan re hatî çûne qawîşê û Ozgul bi awayekî daliqandî dîtine. D.U.A., wiha domand: “Min bi awayekî daliqandî nedît. Ji hevalên xwe yên qawîşê re gotinên weke ‘gelo heke ez xwe jinişka ve daliqînim dê çi bibe’ dikir. Ez nebûm şahidê tiştekî ku Okan Ozgul bi awayekî guman jiyana xwe ji dest dabe.”    Gardiyanên bi navên O.B. û Î.S.O. jî heman îdiayên mîna îdiayên li jor kirin.    QILFA BETANIYEYÊ HATE ÎMHAKIRIN   Dozger, di 2’yê gulanê di lêpirsînê de biryara “hewcehî bi şopandinê nîne” da. Di biryarê de hat destnîşankirin ku qeydên kamerayan ên derveyî qawîşê dikişîne hatine lêkolînkirin lê “rewşeke ku rê li ber gumanan veke” nehatiye dîtin. Di biryarê de her wiha tespîtên psîkologên girtîgehên yên têkildarî Ozgul jî cih girtin.    Li Girtîgeha Menemenê ji bo Ozgul tespîta “xetere heye ku întîhar bike” hatiye kirin lê li Girtîgeha Tîpa T a Bogazliyanê hatiye gotin ku xetereyeke wiha nîne.    Di biryara serdozgeriyê de hat îdiakirin ku rêveberiya girtîgehê piştgiriya psîkolojîk a pêwîst kiriye, Ozgul li Nexweşxaneya Bajar a Kayseriyê randevu standiye, girtîgeh nikare mudaxileyî dîroka randevuyê bike û Ozgul hêj roja randevuya wî nehatî întîhar kiriye. Her wiha hat îdiakirin ku “Tu delîlên ku Ozgul arastayî întîharê hatibe kirin nînin.” Bi domdarî wiha hate gotin: “Di bûyera mirinê de qisûra tu kesî nîne, tu sûc û hêmayên sûc nînin lewma hewcehî bi şopandina lêpirsînê nîne.”    Di heman demê de dozger, biryar da ku qilfa betaniyeyê ya birî ya bifermuar jî were tunekirin.    RAPORA OTOPSIYÊ   Di rapora otopsiyê ya Ozgul de hate gotin ku Ozgul bi daliqandinê jiyana xwe ji dest daye. Di raporê de hat gotin ku bejna Ozgul metreyek û 80 santîm e, cihê xwe pêve daliqandî 2 metre û 20 santîm e û tabûreya Ozgul çûye ser jî 45.5 santîm e.    XWIŞKA OZGUL: HATE KUŞTIN   Têkildarî mijarê em bi xwişka Ozgul, Gamze Dogru re axivîn. Dogru, anî ziman ku tu sedem nînin ku birayê wê întîhar bike û wiha got: “Mehek piştî sewqkirinê rewşa birayê min nebaş bû. Digot girtîgeh nebaş e lê hûrgilî parve nedikir. Ji nişka ve telefon digirt. Dema bi me re diaxivî, bitirs bersiv dida. Dibê qey ji tiştekî ditirsiya. Tu pirsgirêkên birayê min nebûn lê li wir nebaş bû. Birayê min birin cem kesên ji cînayetê cezayê muebbetê lê hatiye birîn. Ma dê çawa baş bibe. Ez bawer nakim ku întîhar kiribe. Hate kuştin. Di vê mirinê de îhmal heye.    Birayê min serê sibehê xwe daliqandiye lê tabûray li bin piyê wî jî neketiye erdê. Midûrê girtîgehê bi xwe wisa got. Mimkin nîne ku li qawîşê kesek nebîne. Cihê gumanê ye ku hemû kes di heman kêliyê de raza be û bi hev re rabin. Tevî birayê min, kesekê din jî li jêra derenceyê radiza. Serê xwe jî rake dê Okan bibîne. Cihê gumanê ye ku kesekî nedîtibe, nebihîstibe. Îcar ji qawîşê tenê îfadeyên du kesan hatine girtin. Di rapora otopsiyê de dibêje ku xwîn ji hinavên wî hatiye. Birayê min derb kirine û piştre xeniqandine. Piştre jî weke ku întîhar kiribe nîşan dan.”    Dogru, got ku 3 roj piştî bûyerê bi midûrê girtîgehê re hevdîtin kirine û ev tişt anî ziman: “Midûr got ‘edaleta xwedê’ ye. Got rewşa wî nebaş bû, pirsgirêkên psîkolojîk dijiya, 2 caran çûye servîsa psîkiyatriyê, xwarin nedixwar. Min jî jê pirsî bê ka çima em ji vê rewşê nehatine agahdarkirin. Bersiv neda. Bi vekirî xwestin bûyerê veşêrin. Hinek gardiyanan gotin ku beriya bûyerê li girtîgehê şerekî mezin qewimî ye lê agahî nedan. Dibe ku ev şer ji ber rewşa birayê min be. Îfadeyên 5 kesan piştî 22 rojan hatine girtin. Ev jî cihê gumanê ye. Dozger dem daye kesên li qawîşê. Jê re gotiye plan û bernameyên xwe çêbikin piştre îfadeyê bidin. Ev tevek jî guman in. Zilm li birayê min kirin. Sedema wê jî kurdbûn û elewîbûna wî bû. Midûr ji me re got; ‘em terewîhan û nimêjan bi girtiyan didin kirin, rojiyan pê didin girtin û Qur’anê pê didin xwendin.’ Gelo bi darê zorê nimêj bi birayê min dan kirin? Zext lê hatiye kirin?”    'BILA RASTÎ DERKEVIN HOLÊ’   Dogru, wiha domand: “Me bi dozger re jî hevdîtin kir. Dozger got ku îfadeyên tevekan yek bi yek girtine. Lê em dibînin ku tenê yên çendekan girtiye. Dozger got ku birayê min ne kesekî wisa bû ku întîhar bike. Em edaletê dixwazin. Birayê min xwe nekuşt. Em dixwazin her kesên îxmala wan tê de heye bên lêpirsîn û rastî derkeve holê. Beriya girtinê tu pirsgirêka birayê min nebû. Dema li Menemenê me her tim plansaziya piştî derketinê dikir.”    DAYIK: JI BER ELEWÎBÛNA XWE HATE KUŞTIN    Dayik Fethiye Taşkin jî destnîşan kir ku 20 roj beriya bûyerê kurê wê li ser telefonê jê re gotiye ku rewşa wî baş nîne. Taşkin, wiha got: “Li ser vê yekê me ji bo hevdîtinê, di 2’yê adarê de bilêt birîn. Lê wê rojê agahiya mirina wî hat. Bi darê zorê terawîh û nimêj bi girtiyan didan kirin. Em elewî ne. Nikarin van bi zarokê min bidin kirin. Mimkin nîne ku kurê min xwe daliqandibe. Ew kuşt in. Stûyê wî şikandin û daliqandin. Çima îfadeyên hemû kesên li qawîşê nehatin girtin? Ez dixwazim kesên kurê min kuştin bên dîtin. Ez giliyê ji her kesên îhmala wan heye dikim.”    PARÊZER LÊPIRSÎN KÊM E   Parêzerê dosyayê Sertug Koybaşi da zanîn ku piştî mirina biguman du caran çûye Yozgatê lê agahiyên berfireh negirtiye. Koybaşi, ev tişt anî ziman: “Dema cara duyemîn çûm, midûrê girtîgehê bi min re hevdîtin nekir. Sedema vê jî weke fermana serdozgeriyê nîşan da. Bi daxwaznameya nû re me xwest lêpirsîn were berfirehkirin. Ji ber ku temamiya lêpirsînê kêm e. Îfadeyên tevekan nehatine girtin. 40-50 gardiyan hene lê îfadeyên 3’yan hatine girtin. Dozgerê girtîgehê bi me re hevdîtinê nake. Ji bo dosya jinûve bê destgirtin, kêmasî bên temamkirin û rapora otopsiyê jinûve were derxistin em ê hewldanên xwe bidomînin. Divê bersiva ‘Okan çima mir’ were dayîn.”    Koybasi, hevdîtina xwe ya bi 2 girtiyan re jî vegot. Koybasi, wiha got: “Îfadeyên L.S. yên binakok bal dikişand. L.S. di beşeke îfadeya xwe de digot ku kesek nikare qilifên betaniyeyê bi wî awayî girê bide û digot; ‘li gorî min cinan kiriye.’ L.S. digot Okan her tim bi gotina ‘bismilah’ ji xew hişyar dibû. Ji van îfadeyan eşkere ye ku Okan ji ber mijarekê ji tiştekî yan jî kesekî ditirsiya. Her wiha E.O. digot; ‘Ne kesekî wisa bû ku xwe bidaliqîne. Di rojên dawî de xwarin nedixwar. Li gorî min pirsgirêkeke wî hebû, ditirsiya.’”    HEVALÊN WÎ YÊN QAWÎŞÊ   Li hêla din vegotinên kesên li Menemenê bi Ozgul re diman, gumanên malbatê zêdetir dike. Kesê bi nasnavê A.A. ku ji ber ewlehiyê nexwest navê xwe bide, got ku bi Ozgul re di heman qawîşê de dima û rewşa wî ya psîkolojîk baş bû. A.A., diyar kir ku navbera Ozgul û her kesî baş bû. A.A., wiha domand: “Girtîgeh hemû girtiyan dibe cem psîkologan. Ew jî ne ji ber xerabûna psîkolojiya girtî, ji bo hîn bibin ka rewşa girtî çawa ye dibin. Tu nîşaneyên ku psîkolojiya Okan xerabe be tune bûn. Malbata Okan baş lê dinihêrt. Dema li cem me her hefteyê 2 hezar TL pere li kantînê xerc dikr. Lê dibêjin dema li Yozgatê qet pere nexwestiye, xwarin nedixwar. Li wir Okan xistine çi rewşê nizanim. Ez ne bawerim Okan întîhar kiribe. Têkiliya wî ya bi malbata wî re pir xurt bû. Kesekî wiha me dê çima xwe bikuje?”    Hevalê Okan ê qawîşê M.M. jî wiha got: “Okan bi tu kesekî re pirsgirêk nedijiya. Em du mehan bi hev re man. Tenê ji ber ku hevjîna wî ku hev berdabûn derheqê zarokê wî de agahî nedida, xemgîn dibû. Piştre ew mijar jî çareser kir. Ne kesekî wisa bû ku xwe bikuje. Digot ku tiryak bi kar aniye. Digot; ‘Heke jiyana min hinek bi rêk û pêk bibe ez ê bi kar neyînim.’ Li gorî min mimkin nîne întîhar kiribe. Tiştekî psîkolojiya wî xerab bike tune bû.”    'NE KESEKÎ WISA BÛ KU ÎNTÎHAR BIKE’   Ji hevalên Ozgul, T.T. jî ev tişt anî ziman: “Li qawîşê tu pirsgirêkên Okan tune bûn. Kesekî alîkarxwaz bû. Hewl dide ji kesên psîkolojiya wan xerab re jî bibe alîkar. Tenê dema em diaxivîn digot ku pir bêriya kurê xwe kiriye. Ez gelek xemgîn bûm.”    GIRTÎGEHÊ AGAHÎ PARVE NEKIR    Ji ber mirina biguman a Ozgul, em li ser telefonê bi Midûrê 2’yemîn ê Girtîgeha Tîpa T a Bogazlayanê Yasîn Karagoz re axivîn. Karagoz, pirsên me yên têkildarî mijarê bêbersiv hişt. Karagoz, wiha got: “Weke saziyeke fermî tu berpirsyartiyên me nînin ku em agahiyan bi şexsên sêyemîn an jî rojnamegeran re parve bikin. Heke hûn bixwazin agahiyan hîn bibin, hûn dikarin serî li dozger bidin.”    MA / Semra Turan