Ahmet Turk: Em li sê wezaretan geriyan gotin ‘helîkoptera me ya bi şev dibîne nîne’ 2024-06-26 10:33:40   MÊRDÎN - Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê têkildarî şewata ku 15 kesan tê de jiyana xwe ji dest da axivî, diyar kir ku dema qeyûm da şaredarî di bin deynî de hatine hiştin lê ji tu yekîneyan re pere nehatiye dayîn û got: “5 milyar lîre deyn hatiye hiştin lê ji tu yekîneyan re nehatiye xerckirin.”     Di 20’ê hezîranê de li gundê Tobînî û Herberê yên Çinarê yên Amedê û gundên Kelekê û Dirînê yên navçeya Şemrexê ya Mêrdînê şewat derket û 15 kesan jiyana xwe ji dest dan. Li gorî tespîta ewil agirê ku bi hezaran dekar zevî şewitandin û hezaran sewal kuştin ji ber têlên ceyranê yên DEDAŞ’ê derket.    Şaredariya Bajarê Mezin a Mêrdînê li gel agahiya şewatê bi 239 personel û 41 wesayîtên agirkujiyê û Şaredariya Bajarê Mezin a Amedê jî bi 28 wesayît û 108 personelan mudaxileyî şewatê kirin lê mudaxileya wan tê re nekir. Ji bo ku ji hewayî ve mudaxile bê kirin bang hatin kirin lê ev bang bê bersiv man. Piştî ku şewat dora saetên serê sibê hate kontrolkirin encax helîkopter sewqî herêmê hate kirin.    Hevşaredarê Bajarê Mezin ê Mêrdînê Ahmet Turk ê têkildarî tiştên qewimî ji Ajansa me ya Mezopotamyayê (MA) re nirxandin kir, wiha got: “Bûyereke ku hemû herêm û mirovên me xemgîn kirine. Bi deh hezaran mirov hatin nav şînê. Di dilê hemûyan de êş hebû. Helbet şansê me yê ku em êşan ji holê rakin nîne lê heta ku ji destê me hat ji destpêkê heta dawiyê em li cem malbatên xwe bûn. Hevalên me bi rojan li wir man û hewl dan pêdiviyên malbatan bi cih bînin.”   Turk, bi lêv kir ku çawa ku agahiya şewatê wergirt derbasî herêmê bûn û da zanîn ku li Şaredariya Şemrexê Navenda Kordînasyona Krîzê ava kirin. Turk, bi lêv kir ku bi kordînasyonê re bi lez pêdivî û kêmasî tespît kirine û diyar kir ku ji şaredariyên Amed, Wan, Cizîr û Êlihê ji bo ku mudaxileyî şewatê bikin tîmên agirkujiyê hatine.    ‘DIVÊ WEKE HERÊMA AFETÊ BÊ ÎLANKIRIN’    Turk, bi lêv kir ku qasî ku wan tespît kirine û guhdariya şahidan kirine, şewat ji ber DEDAŞ’ê çêbûye û wiha domand: “Di lêpirsîna ku dozgeriyê de hate aşkerekirin ku şewat ji ber DEDAŞ’ê derketiye. Lê belê hêj wezîrên partiya desthilatê û şîrketên wan dibêjin ku ev şewat ji ber pirêzeyan derketî ye. Lê gundiyan û rêxistinên sivîl ên civakî di vê mijarê de xebatên xwe kirin û tespîtkirin ku şewat ji ber DEDAŞ’ê derketî ye. Ez di wê baweriyê de me ku divê ev herêm weke herêma afete were îlankirin.”   ‘PEYWÎR DIKEVE SER MILÊ HERKESÊ’    Turk ê got ku “Heke bi rastî hikumet, desthilat bi hestiyar be, divê di vê rewşa ku mexdûriyeteke mezin derketiye holê de piştgiriya pêwîst bide û herêma afetê îlan bike” ev tişt gotin: “Êşa me, xemginiya me mezin e. Em jî xebatên xwe dimeşînin ku em ê bi piştevaniyeke mezin çawa ji van êşan re bibin derman. Helbet kes naxwaze ev karesate çebibe. Ji bo ku ev êş raweste peywîr dikeve ser milê herkesê. Ji bo ku ev êş were kêmkirin divê destê alîkariyê were dirêjkirin. Ji xwe gundekî gelekî xizan e. Bi hezaran donim genimê wan şewitî. Sewalên wan mirar bûn. Hemû boriyên ku ji bo avdana zeviyên xwe anîbûn şewitîn. Divê em hemû bi hev re alîkariyê bikin û di nava xebateke ku vê êşê kêm bikin de bin.”   ‘GOTIN HELÎKOPTERA KU BI ŞEV DIBÎNE NÎNE’     Turk, da zanîn ku çawa agahî wergirtin 15 wesayîtên agirkujiyê ber bi herêmê ve şandine û wiha pê de çû: “103 personelên me di heman kêliyê de mudaxile kirin. Lê şewateke gelekî mezin bû. Heta ku balafir nebûna ne pêkan bû ku were vemirandin. Em li Wezareta Bajarvanî û Hawîrdorê, Wezareta Sewalkarî û Çandiniyê û Wezareta Karên Hundir geriyan. Gotin ku ‘helîkoptera wan a bi şev dibîne’ nîne û nikarin mudaxile bikin. Tevî vê yekê hem gundiyan hem jî wesayîtên agirkujiyê ji bo şewatê kontrol bikin ketin nava hewldaneke gelekî mezin.”    ‘KÊMASIYÊN MEZIN HENE’     Turk, da zanîn ku tevî Şaredariya Bajarê Mezin in şaredariyeke ku binesaziya wê nînin in û axaftina xwe wiha bi dawî kir: “Şaredariyeke ku bi milyaran lîreyan xistine bin deynan îro di mijara maşîne û ekîpmanan de gelek kêmasiyên wê hene. Niha hûn lê dinêrin; 5 milyar lîre deyn hatiye hiştin, ev pere ji ku re hatiye xerckirin. Em bi matmayî pêşwazî dikin. Ji tu yekîneyan re pere nehatiye xerckirin. Niha 7 dozerên me hene, 5 ji van ji bo tamîrê li makîne îkmalê ne. Ji bo şaredariyê tiştek nehatiye kirin, wê demê ev deyn çawa çêbû? Di 6 mehên dawî de ji Halkbank, Ziraat Bank, Vakifbank û Denîzbankê 500, 600 û 700 milyon lîre kredî kişandine. Em nikarin tespît bikin ku ev ji bo çi hatiye xerckirin. Li holê ne xebatek ne jî projeyek heye. Li Mêrdînê avahiyên 25 qatî hene lê wesayîtên agirkujiyê dikarin heta 10-15 qatan derkevin jor. Heke li qata 25’emîn şewat derkeve şansê wesayîta me ya agirkujiyê nîne ku mudaxile bike. Em di rewşeke wiha de ne.”   MA/ Ahmet Kanbal - Omer Akin