Cenazeyên Temel û Sala hatin definkirin 2024-06-26 09:44:31   ŞIRNEX - Cenazeyên endamên HPG’ê Sefer Temel û Yilmaz Sala yên ku di şerekî li navçeya Elkê ya Şirnexê de jiyana xwe ji dest dabûn li bajarên wan hatin definkirin.   Di 21’ê hezîranê de li bejahiya gundê Melêsê û Hemka û Çiyayê Bermal yên navçeya Elkê ya Şirnexê operasyon hatibû destpêkirin. Di pevçûna ku derketibû de 4 endamên HPG’ê jiyana xwe ji dest dabûn û cenazeyên wan rakiribûn morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê. Malbatan ji bo cenazeyên ku nayên naskirin bên teşhîskirin ji bo testa DNA’yê mînakên xwînê dan. Cenazeyên endamên HPG'ê Sefer Temel (Rûstem Çekdar Kato) û Yilmaz Sala (Kamûran Gever) ên ji aliyê malbatên wan ve hatin teşhîs kirin, duh teslîm hatin girtin. Malbatan cenaze ji bo definkirinê birin bajarên xwe.    Malbata Temel ku cenazeyê lawê xwe wergirt bir gundê Setkar ê navçeya Elkê ya Şirnexê. Bi tevlibûna rêveberên MEBYA-DER’ê û gelek kesan cenazeyê Temel li goristana gund hate definkirin. Cenazeyê endamê HPG’ê Yilmaz Sala jî piştî ku teslîm hat girtin ji bo definkirinê birin gundê Hêrmiyê yê navçeya Gever a Colemêrgê. Li vir piştî wecibeyên olî cenaze hate definkirin.   Li aliyê din hate diyarkirin ku cenazeyê endamê HPG'ê Basrî Cîn (Brûsk Kato) ji aliyê malbatê ve hatiye teşhîskirin. Cenazeyê Cîn dê îro ji aliyê malbata wî ve teslîm bê girtin û li navçeya Silopiya ya Şirnexê were veşartin.    Her wiha cenazeyê HPG'iyê ku di heman şerî de jiyana xwe ji dest da jî ji bo tespîtkirina nasnameyê li morga Nexweşxaneya Dewletê ya Şirnexê tê sekinandin.