Li Kanîreşê erdhej çêbû 2024-06-26 08:59:06 NAVENDA NÛÇEYAN - Li navçeya Kanîreş a Çewligê erdhej çêbû.    Îro di danê sibehê saet di 07.42’yê de li navçeya Kanîreşê ya Çewligê erdhej çêbû. Li gorî daxuyaniya AFAD'ê; erdhej 11.12 km’an di bin erdî de çêbû. AFAD’ê da zanîn ku navçe bi pileya 4’ê hejiyaye.